Daraza Tirk dixwaze 10 sal cezayê girtîgehê li Yuksekdag bibire

Têkildarî Hevseroka Giştî ya kevn a HDP’ê Fîgen Yuksekdag bi daxwaza ku 10 sal ceza lê were birrîn, doz hate vekirin.

Daraza Tirk a ku bi talîmata AKP/Qesrê tevdigere pêkanînên xwe yên qirkirina siyasî ya li ser HDP’yiyan didomîne.

Ji ber cezayê Yuksekdagê parlementerî û endamtiya wê ya partiyê hatibû betalkirin û bi îddîayên “propagandaya rêxistinê kiriye” û “pesnê sûc û sûcdaran daye” bi daxwaza ku 10 salan cezayê girtîgehê lê were birrîn, doz lê hate vekirin.

Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê ya têkildarî axaftina Yuksekdag a ku di 9’ê Nîsana 2016’an de di Kongreya Asayî ya HDP’ê ya 1’emîn de kiribû, temam bû. Îddîaname li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ya 2’yemîn hate qebûlkirin û hat îddîakirin ku Yuksekdag “propagandaya rêxistinê kiriye” û “metodên rêxistinê yên şîddetê meşrû nîşan daye.”