'Dadgeh xwedî li mejiyê nêrza derdikeve'

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez diyar kir, mejiyê ku di serdema navîn de jin weke "pîrhebok" bi nav dikir, di vê demê de bi her awayî zextê li jinan dike û got, "Zîhniyeta nêr a ku jinan qetil dike, hîn jî ji aliyê dadgehan ve tê parastin."

Şewba Covîd-19 ku li seranserê cîhanê belav bûye, li Tirkiyeyê jî dibe sedema mirina mirovan. Li seranserî cîhanê li dijî vê şewbê tevdîr jî tên girtin. Li Tirkiyeyê jî tevdîrên ku ji hêla desthilatdariyê ve tên girtin bûne cihê nîqaşan. Yek ji tevdîrên tên girtin jî bangawaziya 'mayina li malê' ye. Vê bangawaziyê tundiya li jinê jî zêde kiriye. Li gorî daneyên Platforma 'Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin'; di navbera 11-21'ê Adarê de 29 jin, di meha Nîsanê de 20 jin hatine kuştin û 20 jin jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. 

'HIKÛMETA HEYÎ NIKARE PÊVAJOYÊ BIRÊVE BIBE'
 
Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez, tundiya li jinê ya di dema şewbê de zêdet bûye, sedemên vê tundiyê û polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî jinan nirxand. Gulmez anî ziman ku welat di rewşeke zehmet a vîrûsa koronayê de ye û li gel vê yekê jî gelek pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî jî hene. Gulmez destnîşan kir ku ji ber hikûmeta heyî nikare pêvajoyê bi rê ve bibe pirsgirêk her diçe zêde dibin û dibin sedema encamên xerabtir. Gulmez da zanîn ku yek ji van pirsgirêkan jî ew e ku tundûtûjiya li jinê zêde dibe û wiha axivî: "Di vê rewşê de ku mirov ji ber vîrûsa koronayê nikarin ji mala xwe derkevin, hîn bêhtir tundî li jinan tê kirin. Divê mirov sedem û çavkaniya vê tundûtûjiya li jinê binirxîne. Pergala bi serweriya mêr a 6000-7000 salî ji bo jinê bixe bin hukmê xwe, dest bi tundûtijiyê kir."

'QETILKIRINA JINÊ DIKIN TIŞTEKÎ JI RÊZÊ'

Gulmez bilêv kir ku di serdema navîn de jî ku ji jinan re digotin pîrhebok, di merheleya heyî de jî bi fitne, fesadî û tawanbariyên li ser jinê heman rêbazan bi kar tînin. Gulmez diyar kir ku zîhniyeta mêr dema jinê qetil dike jî, di dadgehan de nêzîkatiyeke mîna tê xelatkirin li hember tê nîşandan û wiha pê de çû: "Cezayê pêwîst nagire. Mîna qetilkirina jinê rewa ye ji civakê re propaganda tê kirin. Qetilkirina jinê dikin weke tiştekî ji rêzê. Ev zîhniyet nayê qebûlkirin û em qebûl nakin. 

Qetilkirina jinekê û mirovekî di ti ol, bawerî û têgihiştinekê de nîne. Tenê di zîhniyeta nêrza de heye. Ji ber zîhniyeta nêrza îradeya jinê qebûl nake, tehemûlî îradeya jinê nake. Lê ya rastî ya civakê bi rê vedibe, li ser piyan bigire û civakê aktîf dike jin e. Bi jinê re civakê qir dikin. Ango bi tinehesibandina îradeya jinê re îradeya civakê tine tê hesibandin. Hewl didin îradeya civakê bi qetilkirina jinê re qetil  bikin û bikin bin serweriya xwe. Mentiq û nêrîna li vê mijarê ev e. Ravekirineke wê ya din nîne. Bêguman di roja me de gelek jin li hemberî vê li ber xwe didin."

'KUJERÊN JINAN NAYÊN CEZAKIRIN'

Gulmez anî ziman, ku jin di encama fitne û bêbextiyê de tên qetilkirin û got, "Ligel vê bi mirinên veşartî yên weke îdîa dikin ku xwe kuştiye yan jî bi qezayê, dawî li jiyana jinan tînin. Ev kesên van qetilkirinan pêk tînin gelek caran nayên dîtin, dema tên dîtin jî cezayên pêwîst nagirin. Mînak bi qerewatekê dikarin ji qanûna kêmkirina ceza sûd bigirin. Ev tê maneya ku bila zîhniyeta nêr qetilkirinan bidomîne. Her wiha ku cezayên kêm didin qatilan, an jî naxwazin ceza bikin jî tê maneya dibin hevparê wî sûcî."

'KIRYARÊN GULISTAN DOKÛ KÎ NE'

Gulmez, bal kişand li ser bûyera li Dersimê ku ji 5'ê Çilêyê ve xwendekara zanîngehê Gulistan Doku winda bûye û hê jî ti agahî jê nayê girtin û ev tişt got: "Kiryarên vê bûyerê kî ne, her wiha dewletek çawa nikare aqûbeta hemwelatiyeke xwe diyar bike. Mînak, di roja me de mirovek ji ber fikra xwe aniye ziman tê girtin û bi salan di zindanê de tê hiştin. Lê qatilên jinan ku nayên dîtin, an jî naxwazin bên dîtin tê wateya rê li ber kuştinên din tê vekirin. Ya rastî ev qetilkirin û pêkanîn, sûc û qirkirin in. Tu qetilkirinan deyne aliyekî, fikreke wiha bi xwe jî tiştekî pir qirêj e. Hewce ye mirov vê wer binirxîne. 

Heta aqubeta Gulistan Dokû diyar nebe em ê nesekinin. Em ê bibin şopdarên bûyerên tundûtûjî û qetilkirinên jinan. Di vê rewşa vîrûsa koronayê de em ê weke jin xwedî li hev derkevin. Em ê tevnên xwe yên rêxistinkirinê xurttir bikin. Em ê hewl bidin zêdetir li cem jinên rastî tundûtûjiyê tên cih bigirin. Em ê têkoşîna vê pir cidî bimeşînin. Em ê hem bibin berxwedêr hem jî şopdar.”

'EM PÊKVE ZÎHNIYETA NÊR MEHKÛM BIKIN'

Gulmez di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya jinên, li herêmê, Tirkiyeyê û cîhanê kir û got: "Li hemberî van qetilkirin û tundûtûjiyan bibin xwedî helwest. Em pêkve vê zîhniyeta nêr mehkûm bikin. Di roja me de ne civak, ne aborî û ne siyaset, tiştek vê zîhniyeta nêr êdî nikare rake. Vîrûsa koronayê eşkere nîşan dide bê zîhniyeta nêr çiqasî xwe kiriye navend, ji bîlî xwe li kesî nafikire û civak belawela kiriye. Ev bi zexta li ser jinê dan destpêkirin û eger wisa berdewam bike jî wê ne mirovatî, ne jiyan ne jî cîhan bimîne."