CRA: Divê Orûç û tevahî rojnamegerên girtî bên berdan

CRA, ji ber girtina Nûçegîhana DÎHA’yê Orûç nerazîbûn nîşan da û got, “Pêwîst e Orûç û tevahî rojnamegerên girtî bên berdan. Ji rojnamegeran re azadî, ji nûçeyan re azadî.”

Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA), ji bo Nûçegîhana DÎHA’yê Şerîfe Orûç a ku 3’yê Tîrmehê li Êlihê dema ji bo şopandina nûçeyan diçû hatibû binçavkirin û li dadgehê bi 2 hevalên wê re hatin girtin, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku li Tirkiyeyê ku bi hejmara rojnamegerên girtî ve serkêştiyê ji cîhanê re dike, rojnamevanek din hatiye girtin, bi Orûç re hejmara nûçegîhanên girtî yên DÎHA’yê gihiştine 11’an.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Orûç ê ku ji bo rastiyên ku bi qedexeyên kolanan re li Farqîn, Bismil, Nisêbîn, Sûr û herî dawî li Licê hatin nixumandin derxe holê hewl dida, li van deveran gelek nûçe çêkirine, bû dengê welatiyên di bin êrîşan de. Yên ji rastiyan tirsiyan jî rizgarbûyin di girtina Orûç de dîtin. Heta rojnamegerên bi destûra “ji rastiyan ti car tawîz nayê dayîn” tevdigerin hebin, rastî ti car nayên veşartin.

 ‘EM NÛÇEGÎHANTIYA WISA JÎ ŞERMEZAR DIKIN!’

Li Tirkiyeyê ku rojnamegertî sûc tê hesibandin, şerma herî mezin jî nûçeyên derewîn ên ku dezgehên çapemeniyê têkîldarî hempîşeyên xwe çêdikin. Dema hevalê me yê rojnamevan hate binçavkirin, Ajansa Nûçeyan a Dogan nûçeyek bi serenavê ‘PKK’î hate girtin’ çêkir. Ev ne nûçegîhantî ye. Em bersiva ku rojnamegeran bi bersiva “Şerîfe Orûç rojnamevan e. Rojnamegertî ne sûc e” ku ji bo dezgehên weşanê yên pişta xwe dane desthilatdariyê gotin, bi wate dibînin, piştgiriyê didinê. Ev nûçegîhantiya wisa ya ku dûrî pîvan û etîka çapemeniyê ye jî şermezar dikin. Erê, rojnamegertî ne sûc e, divê nebe. Tevahî rojnamegerên girtî jî ji ber xebatên xwe yên rojnamegertiyê hatine girtin. Ev rewş, derbeyek li azadiya çapemenî û îfadeyê ye. Pêwîst e hempîşeyê me yê herî dawî hat girtin Orûç û tevahî rojnamegerên girtî demildest bên berdan. Ji rojnamegeran re azadî, ji nûçeyan re azadî..”