CNI nameyek ji KJK'ê re şand

Kongreya Neteweyî ya Gelên Xwecih a Meksîkayê, ji bo bigihêje KJK'ê nameyek vekirî ji raya giştî re eşkere kir.

Kongreya Neteweyî ya Gelên Xwecih a Meksîkayê (CNI), ku 37 pêkhateyên xwecihî yên li Meksîkayê di bin sîwana wê de li hev civiyane, ji bo hilbijartina serokkomariyê ya 1'ê Tîrmeha 2018'an, Marîa de Jesûs Patrîcîo Martînez weke namzeta xwe nîşan da. KJK'ê jî di vê der barê de peyamek weşand û piştî da namzetiya Martînez. CNI jî bersiva peyama piştgiriyê ya KJK'ê da.

Berdevkiya CNI di nameya xwe de ragihand ku wan peyama KJK'ê li meclîsên gel ên di bin sîwana wan de cih digirin dane xwendin û destnîşan kir ku têkoşîna jinên Kurd mînakdar e û ew îlhamê jê digirin.

Di nameya CNI de hat gotin, "Têkoşîna hemû jinan a li cihekî cîhanê, di serdemeke dîrokê de li dijî sîstema kapîtalîst a hov tê dayin, serî hil dide û rê û rêbazên jiyaneke nû pêşniyar dike, yekane têkoşîna bi rûmet e ku divê me li hev bicivîne." Di nameyê de hat ragihandin, jin li Meksîkayê ji ber jinbûn, xwecihî û xizaniyê bi sê aliyan ve mafên wan tên binpêkirin. Berdevkiya CNI destnîşan kir ku gel bi çanda xwe ya qedîm dikarin vê sîstemê têk bibin û bal hate kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar.

Di nameyê de hat gotin, "Ji şerê Qraliyeta Spanyayê ya ji bo fetihkirina axa me û vir ve, jin û gelên xwecih ên Meksîkayê ji bo parastina hebûna xwe bi rengekî gel, netewe û klanan, bi ax, ziman, kinc û çanda xwe, mîna we em li ber xwe didin."

Nameyê wiha dewam kir: "Bihîstina dengê we û naskirina têkoşîna we kir ku em fêhm bikin ku pirsgirêkên me diêşînin li erdnîgariyên din jî hene. Vê sîstema kujer a ku li cîhanê serdest e, derb li her kes, rêxistin û gelên naxwazin di rêya wê de bimeşin, xist. Li hemberî vê yekê, ji mînaka we û îlhama ku em ji we digirin zelal bûye, ku tenê bi yekbûna têkoşînên antîkapîtalîst û antîpatriyarkal, bi yekbûna me û we, bi hezaran têkoşînên jin û mêr, karker, sendîkavan, ciwan û gelên xwecihî, tenê bi rêxistinî û hevgirtina hev dikarin dijminê xwe yê hevpar, sîstema mêtinger, nîjadperest, baviksalarî û kapîtalîst ku marê ji gelek seriyan e, têk bibin.

Hilbijartina sala 2018'an ji bo hebûna jinê ya li qada siyasî, girsendeke girîng e. Mesafeya navbera me dûr e, lê xewn û xeyalên me, pratîkên me yên azadîparêz me digihînin hev.

Dem dema me jinan û gelan e. Em, rêveberiyên xweser ên xwe dispêrin gelê rêxistinbûyî yên komunan, pêvajoya rêxistinbûna xweser ên xwişk û birayên me yên Zapatîsta û gelên din, ku dane ser şopa we, ji nû ve zindî bikin. Mîna Konseya Xwecihî ya Hikumetê, ji bo avakirina cîhaneke ku hurmet ji hemû cîhanê re tê nîşandan, destûr tê dayin ku her kes mîna xwe be, mafê kesî nayê xwarin, cihêkarî li kesî nayê kirin û hurmet ji jinan re tê nîşandan, em têkoşînên xwe bikin yek. Em cîhaneke ku têkiliyên azad lê hene, bi hev re û bi gelên xwe re, bi dayika axê re di nava ahengiyê de lê bijîn, bi hevrêyên xwe yên mêr ava bikin.

Bi bîranîna hemû xwişk û birayên xwe yên ji bo pêkanîna xewn û xeyalên me canê xwe feda kirine, em we; gelê xwişk û bira yê li çiya, ku dilê me nêzî hev e, ji dil silav dikin, hembêz dikin û spasiya we dikin. Em zanin ku hûn ji bo azadiya hemû jin û gleên cîhanê dijîn, xwe bi rêxistin dikin, têdikoşin û canê xwe feda dikin."