CKF'ê ji bo Festîvala Ciwanên Kurdistanê banga tevlîbûnê kir

Koordînasyona CKF'ê bi daxuyaniyekê ji bo Festîvala Ciwanên Kurdistanê ya 25'ê Gulanê banga tevlîbûnê kir ku wê li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê pêk were.

FESTÎVALA CIWANAN

Koordînasyona Ciwanên Kurdistanî yên Fransayê (CKF) ji bo Festîvala Ciwanên Kurdistanê banga tevlîbûnê kir ku wê 25'ê Gulanê li bajarê Freîbûrgê bi dirûşma 'Çand zirxê hebûna me ye' bê lidarxistin.

Koordînasyona CKF'ê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê bal kişand ser girîngiya çandê û ji bo 'Ciwanên azad, jiyana azad' bang kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo parastina çand, ziman û hebûna xwe di 25'ê Gulanê de em li Freîbûrgê li hev kom dibin.

Festîvala Ciwanên Kurdistanê ku her sal tê lidarxistin, îsal di 25'ê Gulanê de li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bi dirûşma 'Çand zirxê hebûna me ye' tê lidarxistin. Festîvala Ciwanên Kurdistanê wê li dijî înkar, asîmîlasyon û dejenerekirina çandê bibe îtirazeke xurt. Ciwanên ku ji ber polîtîkayên zordar û zextê yên dewletên mêtinger ji çar parçeyên Kurdistanê koç kirine, li Ewropayê zext li wan tê kirin ku ji ziman, çand û nasnameya xwe qut bibin. Li dijî netewe dewletan ên mêtinger ku hewl didin ciwanên bê cih, bê war û bê nasname biafirînin, yekane çare afirandina civakeke siyasî û rêxistinî ye.

Ji bo ciwanên li Ewropayê yekane rêya parastina hebûnê bi zirxê çandî dibe. Weke ciwanên Kurdsitanî yên ji ziman û warê xwe dûr ketine, em dixwzin nasname û hebûna xwe biparêzin. Ciwan divê ji xwe bawer bikin, weke pêşengên jiyana rêxistinbûyî hîn bi xurtî tevlî nava têkoşînê bibin. Ciwanên Kurdistanî yên neçar man sirgûnî Ewropayê bibin, zext li wan tê kirin ku ji armancên şoreşgerî-welatparêziyê dûr bikevin û bikevin nava bê hêvîtiyê. Em ê jiyana li ser me tê ferzkirin qebûl nekin."

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo parastina çand û hebûnê bang li Kurdistaniyên li Ewropayê hate kirin ku beşdarî festîvala li bajarê Freîbûrgê bibin.