Şewata ku di navbera Şemrex û Xana Axpar de derketî holê û hilweşîna ku di encamê de çêbûyî, ne qeder e ne jî encama hilweşîna ekolojîk a li cîhanê ye, ne şewitandina pirêze, ne qeçaxcitiya elektrîkê û ne jî encama tesadufan e. Di bingehê her pirsgirêka ku li Kurdistanê diqewime de, polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk a mêtinger heye. Ku dewleta Tirk ji roja ava bûyî heta îro, vê polîtîkayê dimeşîne. Her tiştê ku zirarê dide xwezaya Kurdistanê, ekonomiya wê, mirovên wê, civaka wê û di wateya giştî de zirarê dide jiyana wê divê ji polîtîkayên dewleta Tirk cuda neyên nirxandin. Di vê şewatê de jî para hikûmeta hikûmeta AKP-MHP’ê ya mêtinger û faşîst diyarker e. Lewma divê bi şênberî sazî, rayedar û sîxurên dewleta Tirk ên ku ev şewat derxistine holê bên eşkerekirin. Lê ev ne têrker e. Divê em berpirsyariya desthilatdariya AKP-MHP’ê û polîtîkaya mêtinger û qirker a ku ber dide van hemû tiştên qewimîne jî eşkere bikin.
Li Rojava jî hema bêje her sal di dema dirûtina berheman de, bi hezaran araziyên ku şînkahî lê hatine çandin tên şewitandin. Divê mirov vê şewitandinê jî weke encameke vê polîtîkayê bibîne. Ev baxçe û zeviyên ku pir bi plan û zanebûn tên şewitandin, polîtîkayên ji bo koçberkirina Kurdan e. Evane hemû jî di Madeya 2’yemîn a NY’ê ya têkildarî qirkirinê de hene. Ev made wiha dibêje: “Bi niyeta tinekirina beşek an jî temamiya komikeke olî, nijadî, etnîkî yan jî neteweyî
(a) Kuştina endamên komikê;
(b) Ji aliyê fîzîkî yan jî derûnî xisardayina li endamên komikê;
(c) Ferzkirina şert û mercên jiyanê ku beşek an jî temamiya komikê ji aliyê fîzîkî ve tine dike;
(d) Astengkirina zêdebûna navxweyî ya komikê;
(e) Di bin sîwana komikê de tevlîkirina zarokan li nava komikeke cuda”
Rewşa şewata navborî tam jî li gorî şiqên ‘a,b,c û d’ ye. Li vir berfirehî nirxandina hemû madeyên peymana NY’ê ya ku di sala 1951’an de ji bo cezakirin û astengkirina sûcên qirkirinê, wê sînorên vê nivîsê derbas bike. Lê li vir tenê Madeya 2’yemîn jî di nav de, eger mirov nîşan bide ku pratîka dewleta Tirk a mêtinger û qirker sûcekî mezin ê li hemberî mirovahiyê ye, ev jî wê têrker be.
Armanca esas a derxistina agir li Rojava û Bakurê Kurdistanê, ew e ku gelê Kurd mehkûmî birçîtiyê bike, bitirsîne û ji xaka ku gel li ser dijî bide koçberkirin. Bi vî rengî wê Kurdan derxînin, li şûna wan Tirkên ku ji cihên cuda anîne bi cih bikin û guhertina demografiyê pêk bînin. Bi vê yekê re jî dixwazin qirkirinê temam bikin.
Di salên borî de me di dîmenên hatine weşandin de dît ku leşkerên Tirk ên mêtinger û qirker li Botanê çawa daristanên me dan ber agir. Dîsa hema bêje her roj bi sedan dekar qadên daristaniyê bi balafirên şer, çek û guleyên topan tên şewitandin. Dîsa bombeyên kîmyewî, gazên bi jehr û bombeyên termobarîk hema bêje her roj tên bikaranîn. Her roj bi deh hezaran, dem bi dem bi sed hezaran gule tên bikaranîn. Evane hemû jî di mehên havîn û payîzê de bi rengekî dibin sedemê şewatan. Tenê bi şewitandinê jî sînordar namîne, di bin navê çêkirina çeperên leşkerî û qereqolan de, dîsa di bin navê maden, lêgerîna petrol-gaz û parastina ewlehiya xwe de daristan tên birîn, ev dar tên firotin û pereyê ku tê qezenckirin, tê parvekirin. Helbet para vê yekê ya mezin, derdorên rêveberiya AKP-MHP’ê ya faşîst distînin û ya mayî jî di nava cerdevan û çeteyan de belav dikin. Bi vî rengî dixwazin mekanîzmaya qirkirinê timî bidomînin. Polîtîkayeke ku ev qas dijminê xweza û civaka Kurdistanê ye, tê meşandin.
Em dizanin ku di sedsala borî de ji bo tepisandina serhildana Şêx Seîd, Dersim û Agiriyê bi bombebaranên balafiran, guleyên topan û şewatên taybet zirareke çawa dan Kurdistanê.
Bi pêşketina berxwedana gerîlayên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re, asta van êrîşan hîn zêdetir bûn. Dijmin ji bo tasfiyekirina gerîlayên azadiyê bi hezaran gundên me xira kirin û şewitandin. Beşeke girîng ê 4 milyon mirovan, koçî metropolên Tirkiyeyê û Ewropayê hatin kirin. Wateya vê yekê ew e ku mirovan rû bi rûyê asîmîlasyon û helandinê bihêlin. Bi deh hezaran mirovên Kurd ên welatparêz, ji aliyê artêşa dewleta Tirk a mêtinger, JÎTEM, cerdevanên xayîn û çeteyên hîzbî-kontra ve hatin qetilkirin. Bi deh hezaran jî hatin avêtina girtîgehan. Mirovên me bi malên xwe re hatin şewitandin. Evane hemû li ser bingehê polîtîkaya “rizgarkirina behrê” hatin kirin.
Di sala 1989’an de Altay Tokay ku qirkerekî Kurdan e, roportajek da medyaya şerê taybet û wiha got: “Dewletê qanûna ku li Stenbolê pêk anî, li vir jî (Qala Kurdistanê dike) pêk tîne. Eger di sîstema min de be, em dikarin di demek kurt de van tune bikin. Di sîstema min de ne mirov, giya jî xelas nabe. Cîranê me yê li Başûr, bi tevgerekê mirovên ku 50 sal in li hemberî wan şer dikin, tune kirin. Eger em jî bixwazin, dikarin bi heman rengî tune bikin.” Ev tam gotineke ku bibe belgeyeke sûc a qirkirinê! Qirkerê navborî di rastiyê de di komkujiya ku li Qibrisê li dijî gelê Rum hatî kirin de cih girt, piştre jî derbasî MHP’ê bûye. Mîna Tansû Çîller-Dogan Gureş-Mehmet Agar qirkerên Kurdan ên ku li Kurdistanê şerê qirkirinê dimeşînin, li desthilatdariyê bi cih bûn û emperyalîstên Îngiliz jî rê dan vê yekê. Bi vê yekê re jî li Kurdistanê gund û mal hîn zêdetir û hîn bi sîstemtir hatin şewitandin û hilweşandin. Ev Altay Tokat ê qirker, di vê demê de weke fermandarê Tûgaya Çiya û Komando wezîfe meşandiye. Tê zanîn ku ev qirkerên mêtinger, li Kurdistanê di şerê qirkirinê yê tê meşandin de xwedî cihekî taybet in. Di pêvajoya ku wezîfe meşandî de bi hezaran cînayetên ku faîlên wan nediyar, hene. Di nava van de bûyera şewitandina sê kesên Kurd jî heye. Ku ev her sê Kurd di sala 1989’an de li Colemêrgê hatin şewitandin.
Piştî ku kujer Altay Tokat teqawid bû, ji bo Desteya Rêveber a Meclîsa MHP’ê hate hilbijan û bû serşêwirmendê şefê qirker Devlet Bahçelî.
Di vê pêvajoya navborî de tenê gund nehatin şewitandin, navçeyên mîna Liceyê jî hatin şewitandin. Bi dijwarî bombe li Şirnex û Cizîrê hate barandin. Welatê me tam veguherandin vîraneyekê.
Divê mirov nehesibîne ku ev polîtîkayên şewitandin-hilweşînê tenê karê faîlan e û bi tena serê xwe ev yek kirine. Qirkerên ku li ser vî karî disekinin jî hene. Di sala 1992’yan de hin parlamenterên HEP’ê yên demê, bi serokwezîrê dewleta mêtinger û qirker Suleyman Demîrel re hevdîtinekê dikin. Di hevdîtinê de li ser şewtitandina gundan û destdirêjiya ku li jinan hatî kirin, disekinin. Dixwazin ku li ser mijarê rawestan çêbibe. Suleyman Demîrel wê hîn zêdetir bi nukteyên xwe yên siyasî û gotina xwe ya ku “ez realîteya Kurd nas nakim” were bîranîn. Demîrel ê ku di cewherê xwe de qirkerek e, ji parlamenterên HEP’ê re vê bersivê dide, “leşkerên me ciwanên di temenê 20 saliyê de ne, tiştên bi vî rengî dibe çêbibin”. Şewitandina gundên Kurdistanê û destdirêjiya li hemberî jinên Kurd bi vî rengî pênase dike, ev yek zihniyeta mêtingeriya Tirk bi hemû aliyên xwe ve datîne holê. Ev normala wan e, eger berevajî çêbiba wê mirov şaş biba.
Şewitandina Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger, qirêj û sûcdar ve, xisûseke ya şaşmayînê nîne, yanî mirov divê şaş nebe ku tiştekî wiha dike. Yê ku gotibû, “Zarok jî be, jin jî be hêzên me yên ewlehiyê wê tişta pêwîst bikin” û olê Îslamê yê pîroz ji devê xwe dernaxîne, ji dervey Emîrê DAÎŞ’ê Tayyîp Erdogan, cudatir kesek din nîne. Yê ku sala borî beriya êrîşî Rojava bike, got “em ê avahiya wê ya binerd û sererdê tune bikin”, musteşarê berê yê MÎT’ê Hakan Fîdan bi xwe bû ku destê wî di xwîna Kurd, Ermenî û Ereban de heye. Devlet Bahçelî di bin navê Altay Tokat de destê xwe xistiye nav xwîna bi sedan Kurdan, Kurdistan di salên 90’an de hilweşand-şewitand, ji xeynî texrîbata ekolojîk bi dehan cureyên lawiran kuşt û Altay Tokat kir endamê Desteya Rêveber a Meclîsê û serşêwirmendê xwe. Lewma ji dewlet û hikûmeteke ku Devlet Bahçelî tê de ye, mirov wê tiştekî cudatir hêvî bike! Hêvî kirin bi xwe jî rewşeke gafletê ye û tê wateya ku ji rastiya dewleta Tirk, dîroka wê ya mêtinger û qirker ti ders nehatiye derxistin.
Tê diyarkirin ku di şewatên li gundên navbera Şemrex û Çinarê de derketine, 15 mirovên me jiyana xwe ji dest dan û bi dehan ji wan jî bi giranî birîndar bûne. Zeviyên çandiniyê yên bi hezaran donimî û baxçe hatine şewitandin, bi hezaran sewalên biçûk û mezin telef bûn. Ew ked û nirx, hate tunekirin. Car din gelê me mehkûmî birçîtî û xizantiyê hate kirin. Koçberkirina ji xaka ku lê ji dayik bûye û mezin bûye, li gelê me tê ferzkirin.
Dewleta Tirk a mêtinger û qirker, dest ji mudaxelekirinê berde, bi keriyên leşker û polîsên xwe yên kujer rê girtin û nehêla ku gelê me bi derfetên xwe agir vemirîne.
Dema mijar dibe Kurd nêzîkatiya dewleta Tirk a mêtinger û qirker ev e: Kurdê herî baş, Kurdê mirî ye. Par me di pêvajoya erdhejê de ev yek dît, îsal jî di şewata dawî de me bi rengekî hîn diyarker dît. Mekanîzmaya dewletê, amûr û derfetên wê yên madî ji bo kuştina Kurdan hatine afirandin. Lewma pêkan nîne ku ev mekanîzma ji bo jiyankirina Kurdan û astengkirina zirar dîtina wê, were bikaranîn. Ji ber ku zihniyeteke wiha li holê nîne, berevajî hemû jî li ser bingehê qirkirina Kurdan bi hêza medyayê ya di destê xwe de dikarin ji nişka ve rastiyê û heqîqetê binixumînin. Hîna di saetên desptêkê yên şewatê de DEDAŞ’ê daxuyanî da û hewl da ku şewatê weke bi şewitandina pirîzeyan derketiye holê, nîşan bide. Hemû hêza medyayê hewl da vê derewê belav bikin.
Pirsgirêk pirsgirêkeke teknîkî nîne. Mejiyekî ku dixwaze Kurdan tine bike, ma wê bixwaze ku qebloyên elektrîkê nû bike, mesrefê li vê bike û dest ji qezenca zêde berde? Aliyê pirsgirêkê yê ku tê dîtin, DEDAŞ e. Lê divê ew nekare mirov bixapîne. Divê hêza li pişt DEDAŞ’ê bê dîtin. Divê ev jî bê dîtin: elektrîka ku tê hilberandin ji ava Kurdistanê, ji komira wê û ji Kurdên kedkar û xebatkar e, lê rêveberiya wê ya elektrîkê û belavbûna wê ji dewleta Tirk… Xwe nerêveberirin, aha tiştekî wisa ye!
Ji bo vê jî eşkereye bê ka li metropolên Tirkiyê çawa di şewatên daristanan de helîkopter û balafir têne bikaranîn û di şewatên li Kurdistanê de çawa komkujî bi awayekî kêfî tên temaşekirin. Ev rastî bi awayekî zelal nîşan dide. Bi balafir an jî helîkopteran mûdaxeleyek jî ji bo şewatê nehatiye kirin. Lê belê li dijî cih û qadên gerîla balafir û helikopter bêyî ku kêliyek jî dereng bimîne, yekser radibe. Bê guman gelê me van rastiyan dibîne, ev yek hişmendî û hêrsa ku dewleta Tirk mêtinger û qirker e û Kurdistan jî bindest e, kûrtir dike.
Li gel hemû polîtîkayên mêtingeriyê jî, gelê me yê xwe dispêre hêza xwe ya rêxistinbûyî û hişmendiya hevgirtinê, pêşî li karesateke mezintir girt.
Ez bawer im ku eger dîmenên wan sewalên dimirin li metropolên Tirkiyeyê bûya, wê qiyemet rabiba û ji bo mafên sewalan her kes wê biketa nava liv û tevgerê.
Li Tirkiyeyê di van demên dawî de ji bo parastina sewalên kolanan gelek xwepêşandan û daxuyanî hatin dayîn. Yanî xwedî wateyeke, lê bi kurtasî ne ji bo xwezaya Kurdistanê ya ku dişewitî, ne ji bo 15 Kurdên bê guneh ên jiyana xwe ji dest dane û ne jî ji bo sewalên di nava agir de mane tiştek nehat kirin.
Em fam dikin, hûn Tirkperest in, nijadperest in, qiloxparêz in û hûn dixwazin Kurdan tune bikin... Ne tenê hûn dixwazin, di heman demê de li gorî daxwazên xwe hûn tevdigerin... Hûn li pey hev komkujiyan pêk tînin… We Kurdistan veguherandiye warê agir... Baş e, vê gavê sûcê van sewalan çi ye? Ev yek tê wateya ku dijmintî ne tenê li hemberî Kurd bi xwe ne, her wiha li dijî axa wan dar, gur, çûk, bizin û pisîkên wan mezin e...
Me vê rastiyê fam kir û not girt….
Ma hûn difikirin ku em ê vê yekê ji bîr bikin?