Li Bedlîs, Sêrt û Elkê operasyona dagirkeriyê û şer

Li navçeya Xîzan a Bedlîsê û herêmên Şîrwan û Perwarî yên Sêrtê ku operasyona dagirkeriyê lê dewam dike, qadên daristanî têne bombekirin. Li Elke jî şer diqewime.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ

Operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk ku 22'ê Hezîranê li herêmeke berfireh a ji navçeya Xîzan a Bedlîsê û navçeyên Şîrwan û Perwarî yên Sêrtê hate destpêkirin, dewam dike. Hate ragihandin ku operasyon li ligundên Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Hûzeran, Giran, Mezra Pisyan, Geliyê Nemiran, Desta Ovî, Deşta Kaviltîn û Çiyayê Hêstirê ên Xîzanê û herêmên Şîrwan û Perwarî yên Sêrtê tê meşandin.

Di operasyonê de ku bi sedan leşker û cerdevan tevlî bûne, bejahiya gundan û qadên daristanî bi helîkopteran têne bombekirin.

Hat ragihandin ku gundên Giran û Hûzeranê ji duh ve dorpêçkirî ne û qadên daristan û cihên darên fêkiyan tên bombebarankirin. Di heman demê de hat ragihandin ku di ketin û derketina gundên navborî de welatî piştî GBT’ê derbas dibin.

Li gor agahiyan; zozanên Mezra Pisyan, Geliyê Nemiran, Deşta Ovî û Deşta Kaviltînê jî hatine qedexekirin. Şêniyên ku ji ber operasyonê nikarin biçin zozanên xwe, wiha gotin: “Ji roja operasyon hatiye destpêkirin heta niha em nikarin kar û barên xwe bikin. Em nikarin miyên xwe bidoşin û biçin zozanan. Bênavber dengê çekan û bombeyan tên. Ev operasyon her sal tên kirin.” 

ŞIRNEX

Wezareta Karên Hundirîn ragihandibû ku li bejahiya gundên Melêsê û Hemka û Çiyayê Bermal ên girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê operasyona dagirkeriyê dane destpêkirin. Operasyon dewam dike. Di navbera leşker û gerîla de şerê dijwar diqewime. Walîtiya dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Şirnexê çend roj beriya niha ketin û derketina herêmên ku şer lê diqewimin qedexe kiribûn.