Li Qibrisê Merasîma Rojên Diyaloga bi Abdulla Ocalan re

Li Qirbirsê Merasîma Rojên Diyaloga bi Abdullah Ocalan re hat lidarxistin.

ROJÊN DIYALOGÊ

Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de merasîma Rojên Diyaloga bi Abdullah Ocalan re lidar xist.

Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Qibrisê li Lîmasolê standa ji bo du rojan danî. Gelê Qibrisê û turîsên li wir jî, eleqeyeke zêde nîşanî standê dan.

Di standê de kampanyaya îmze û nameyan a li dijî helwesta CPT’ê ya li hemberî tecrîda Îmraliyê, hate destpêkirin. Di etaba destpêkê de, 267 name û îmze ji bo ji CPT’ê re bên şandin, hatin komkirin.

Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê Fatma Dogan têkildarî Konferansa Rojên Îmraliyê û şanoya ku di çarçoveya Rojên Diyalogê de wê 25’ê Hezîranê bi alîkariya Şaredariya Lefkoşayê bên lidarxistin, agahî dan ajansa me.

Fatma Dogan ev tişt got: “Weke tê zanîn 39 meh in ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Em di qonaxa duyemîn a pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de ne. Weke Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê em hewl didin bernameyeke xurt derxînin holê. 25’ê Hezîranê wê bi alîkariya Şaredariya Lefkoşayê li paytexta Qibris Lefkoşayê, têkildarî tecrîda li ser Rêber Ocalan konferans û şano bên lidarxistin. Em bang li gelê xwe û dostên xwe yên Qibrisî dikin ku beşdarî vê çalakiya 25’ê Hezîranê bibin.”

Her wiha ciwanan afîşa ku bi dirûşmeya ‘Em bi ruhê Şehîd Teofîlos berxwedana Îmraliyê silav dikin’, li panoyên reklaman, li her bajar û kolanên Qibrisê daliqandin.