NÛ BÛ

Ji 3 bajarên Swîsreyê bi sedan name ji CPT re hatin şandin

Li bajarên Winterthûr, Chûr û St. Gallen ên Swîsreyê îro ji CPT re name hatin şandin. Meclîs û komunên jinan ên li bajêr bi sedan nameyên ku amade kiribûn ji CPT re şandin.

Jinên Kurd ên li bajarê Winterthûr ê Swîsreyê dijîn, ji bo Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) li dijî pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikeve tevgerê, ji CPT’yê re name şandin.

WINTERTHÛR

Endamên Komuna Jinê ya Arjîn Garzan ku li Winterthûrê dijîn,  176 nameyên ku amade kirin ji postaxaneya navendî şandin.

Di daxuyaniya li ser navê komunê de hate diyarkirin ku divê CPT êdî li hemberî vê tecrîd û bêhiqûqiyê bêdeng nemîne û wiha hate gotin: “Em jin heta azadiya Rêbertiya xwe têbikoşin.

CHÛR

Li Chûrê edamên Meclisa Gelê Kurd piştgirî dan kampanya şandina nameyan a endamên Komuna Jinê ya Ekîn Wan.

Li ser navê jinan siyasetmedar Ayşe Acar Başaran daxuyanî da û diyar kir ku îro gelê Kurd li hemû Kurdistan û Ewropayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadan e. Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine gel hev, Ayşe Acar Başaran diyar kir ku wan bi sedan name ji CPT’ê re şandine û daxwaz dikin ku CPT berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

ST. GALLEN

Endamên Komuna Jinê ya Helbest Koçerîn a bajarê St. Gallen bi sedan name ji CPT'ê re şandin.