KCDK-E: Em ji bo ku dawî li bêhiqûqiya 25 salan bînin, li qadanin

KCDK-E’yê ragihand ku ji bo dawî li tecrîda ku zêdeyî 25 sal in li ser Abdullah Ocalan dewam dike bînin, wê 25’ê Hezîranê li gelek bajarên Ewropayê dakevin qadan û got: “Divê em di pêngava ku pêl bi pêl mezin dibe de, encam werbigirin.”

NOBETA AZADIYÊ SALA XWE YA 12’AN TEJÎ DIKE

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa (KCDK-E) ragihand ku ji bo dawî li bêhiqûqî, êşkence û tecrîda ku zêdeyî 25 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike bînin, wê 25’ê Hezîranê li Elmanya, Swîsre, Hollanda, Îngilistan û Belçîkayê li qadan bin.

Daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E’yê bi vî rengî ye:

NOBETA AZADIYÊ SALA XWE YA 12’AN TEJÎ DIKE

“25’ê Hezîranê Nobeta Azadiyê ya Strasboûrgê sala xwe ya 12’an tejî dike. Bi vê wesîleyê li gelek navendên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan wê dakevin qadan û li dijî tecrîd û bêhiqûqiyê seferber bibin.

Nobeta Azadiyê 12 sal in bê navber dewam dike û çalakiya herî dem dirêj e. Ev nobet îfadeya sekna bi biryar a gelê Kurd e. Çalakvanên Nobeta Azadiyê ji her devera Ewropayê seferber bûn, bandor li derdorên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin kirin û ev çalakî mezin kirin.

Nobeta Azadiyê ya Strasboûrgê îro bûye bingehê pêngava me ya azadiya gerdûnî. Rêber Apo ku mîmarê berxwedana dîrokî ya mezin a li Îmraliyê tê domandin e, her roj li vê qadê bi hezaran caran tê silavkirin.

Cezayên disîplînê weke hinceta tecrîda li hemberî Rêber Apo, tên dayîn. Bi tecrîdê hewl didin hevdîtinê asteng bikin, lê weke esas jî dixwazin nehêlin ku bi ‘Mafê Hêviyê’ jinûve bê darizandin. Hewl didin pêşî li azadiya wî ya fîzîkî bigirin. Ev nayê qebûlkirin. ‘Cezayê disîplînê’ qilifekî derew e.

Lê li Îmraliyê berxwedaneke mezin didome. Ev berxwedan hem li dijî hêzên komploger ên navneteweyî û hem jî li dijî sîstema qirker a dewleta Tirk e. Ev berxwedana bi biryar a Rêber Apo didome.

DIVÊ EM DEWLETA TIRK A KU HIQÛQ Û EXLAQ NAS NAKE, TEŞHÎR BIKIN

Lewma divê em berxwedana mezin a Rêber Apo, li hemû cîhanê belav bikin û dewleta Tirk a ku hiqûq û exlaq nas nake, deşîfre û teşhîr bikin. Divê em hemû derfetan di asta herî jor de derxin pêş û hiqûq jî di nav de têkoşînê bi amûrên nû bigihînin encamê.

Sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ne rewa ye û em qebûl nakin. Divê em sîstema Îmraliyê ya ku bi temamî bi bêhiqûqî û bêedaletiyê tê meşandin, deşîfre bikin û maskeyê dewleta Tirk bixînin. Divê em pêngava ku di meha Cotmeha 2023’yan de destpê kir û pêl bi pêl mezin bû, li her derê dewlemend bikin û encam werbigirin.

DIVÊ EM PÊNGAVA AZADIYÊ MEZIN BIKIN

Di serî de CPT, divê em zorê li Konseya Ewropayê û saziyên ku eleqeya wan bi tecrîdê re heye, bikin da ku helwest bigirin. Ji bo vê yekê divê em li her çar aliyên cîhanê bi derdorên azadîxwaz û demokratîk ên beşdarî pêngava azadiya gerdûnî ya ‘Ji Abdulllah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ bûne re pêngavê mezin bikin.

25’ê Hezîranê wê li gelek navendên Ewropayê çalakiyên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ bên lidarxistin. Em gel, ciwan, jin, kal, zarok û dostên xwe seferberî van çalakiyan bikin.”

KCDK-E’yê têkildarî bernameya xwe ya çalakiyan, ev agahî dan:

BELÇÎKA

Brüksel

Dîrok: 25-06-2024

Saet: 13:00

Cih:  Place Luxemburg Brussel (Li ber Parlamentoya Ewropayê)

SWÎSRE

Cenevre

Dîrok: 26-06-2024 | Saet: 12:00

Cih: Ji Komîseriya Mafên Mirovan, heta Ofîsa NY’ê meş

ÎNGILISTAN

London

Dîrok: 25-06-2024

Saet: 12:00

Cih: 25 New Inn Yard. London EC2A 3EA (Amnesty International UK)

ELMANYA

Hannover

Dîrok: 25-06-2024

Saet: 17.30

Navnîşan: Hauptbahnhof

Düsseldorf

Dîrok: 25-06-2024

Saet: 17:30

Navnîşan: DGB Haus

Frankfurt

Dîrok: 25-06-2024

Saet: 17:00

Navnîşan: Willy Brandt Platz

Hamburg

Dîrok: 25-06-2024

Saet: 17:00

Navnîşan: Mönckebergstraße.1

Heilbronn

Dîrok: 25-06-2024

Saet: 17:30

Navnîşan: Kilian Platz

HOLLANDA

Amsterdam

Dîrok: 25.06.2024

Saet: 18.00

Cih: Amsterdam Centraal Station

FRANSA

Nantes

Dîrok: 25-06-2024

Saet: 18:30

Navnîşan: Place Du Commerce