ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji bo dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn wê li gelek bajarên Ewropayê çalakî bêne lidarxistin.

Êrişên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên şermezarkirinê yên têkildarî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê wê bêne şopandin.

Rûniştina destpêkê ya doza duyemîn a kûmpasê ya Kobanê wê îro li Enqereyê destpê bike.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû piştî felaketa şewatê ya li Amed û Mêrdînê daxuyanî da û banga yekîtî û hevgirtinê li gelê Kurd kir.

Nûnerê MRAP'ê Gianfranco Fattorini di Rûniştina Mafên Mirovan a 56'emîn a Neteweyên Yekbûyî de axivî, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û ji Neteweyên Yekbûyî xwest, ku şandeyekê bişîne Îmraliyê.

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim got, "Kobanê hemû lîstikên dijmin raxist pêş çavan. Li Bakur 'Plana Têkbirinê' hate destpêkirin. Diyalog hate rawestandin, rejîm guherî, koalîsyoneke nû hate avakirin."

Şehîd Rizgar Çavreş ku bi derbên giran dijmin têk bir, her wezîfe weke milîtanekî Apoyî bi cih anî.