BI DÎMEN

Pêşketina jinan pêşketina civakê ye

Şama Mihemedê da diyarkirin ku dema ew fêrî zimanê Kurdî bûye xwe weke ku ji nû ve ji dayîk bûye hîs kiriye û tekez kir ku pêşketina jinan tê wateya pêşketina civakê.

Çi têkiliya jinan û wêjeya Kurdî bi hev re heye? Kesa ku wêjeya Kurdî parastiye û gihandiye roja me ya îroyîn jin bi xwe ye. Jinan bi her awayî hewl dane ku wêjeya Kurdî winda nebe û hebûna xwe biparêze. Jin in ku ji zarokên xwe re lorîkan vedibêjin û bi wan re bi Kurdî diaxivin û zarokên xwe bi Kurdî mezin dikin. Jin di destpêka dîrokê de ji bo civaka xwe xwedawend bûn û  bi demê re mafê jinan hatin çewisandin û di hemû qadên aliyê jiyanê de ew hatin bindestkirin. Lê belê bi paradîgmayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şoreşa 19 Tîrmehê re jinan firsendeke dîrokî bi dest xist. Ji ber ku bi saya wan jinan azadiya xwe bi dest xist. Yek ji van jinên azad ku nasnameya xwe li gel zimanê xwe yê Kurdî dîtiye Şama Mihemed e.  Şama hem nivîskar e û hem jî ji sala 2013’an ve mamosteya zimanê Kurdî ye ku li  Peymangeha Amadekirina Mamosteyan jî dersên  wêjeya Kurdî dide. Şama Mihemed têkildarî serpêhatiya xwe ya zimanê Kurdî ji ANF’ê re axivî.

DI SALA 2013‘AN DE  DEST BI NIVîSANDINA ZIMANÊ KURDÎ KIRIYE

Şama Mihemedê destnîşan kir ku wê di sala 2013‘an de dest bi nivîsandina zimanê Kurdî kiriye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Beriya Şoreşê ji ber rêjîme me nedizanî ku em navê xwe jî bi zimanê Kurdî binivîsin. Lê belê bi Şoreşa Rojava re êdî me nasnameya xwe bi zimanê Kurdî nîşan da. Di destpêkê de ez bi saya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) fêrî zimanê xwe yê dayikê bûm. Ji wê demê ve ez bûm mamosteya zimanê Kurdî û me zarok fêrî zimanê wan yê zikmakî dikirin. Ne tenê zarok fêr dibûn her wiha di li gorî astên ziman her kesê ku dixwest, dikarî perwerdeya bi zimanê Kurdî bistîne. Di destpêkê de me gelek zehmetî jî dîtin. Ji ber ku bandora pergala heyî ya rêjîmê dinava civakê de zêde bû. Lê belê roj bi roj me ev qalib şikand.”

DI GELEK KOVARAN DE NIVÎSAN BELAV DIKE  

Şama Mihemedê têkildarî berhemên di destê wê de û yên li ber çapê ev yek anîn ziman: “Dema ku ez fêrî zimanê Kurdî bûm, min dest bi nivîsandina helbestan kir. Ez gihiştibûm temeneke mezin jî lê belê dema ku min zimanê xwe nas kir, weke ku ez ji nû ve hatibûn dinyayê. Wê yekê ez pir kêfxweş dikirim ku min tim bi zimanê dayika xwe nivîs û helbest dinvîsandin. Tevî  ku gelek berhem li cim min hene jî lê belê berhemên min ên çapkiri tune ne. Ez ji bo gelek kovaran nivîsan dinivîsim yên weke Şermola, Sîwan, Dezgeha Welat, Nivîser, Avaşîn û gelek helbest û lêkolînên min jî di Kovara Ronahîyê de hatine belavkirin. Ev yek ji bo min serfirazî û şanaziyeke pir mezin e. Niha jî pirtûkeke min ya bi navê ‘Fîxana Dil’ li ber çapê ye ku wê di demeke nêz de were çapkirin û belavkirin.’’

EZ Ê DI ZIMANÊ XWE DE SER BIKEVIM  

Şama Mihemedê destnîşan kir ku jinan gelek zext û zehmetî dîtin heya ku azadiya xwe bi dest xistin û got: “Li seranserê cihanê ji ber zextan jinan nedikarî xwe pêş bixin. Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku bi navê Şoreşa Jinan hate destpêkirn, gel ber bi azadiya xwe ve çû û bi taybet jî jinan nasnameya xwe ya rastî nas kir. Her wiha bi Şoreşê re jinên kurd ji bo tevahiya jinên cîhanê bûn nimûneyeke jiyanî. Dema ku min dest bi perwerdeya zikmakî kir, derdora min ji ber temenê min bertekên pir cuda nîşanî min didan ku heya hinekan digot ku tu yê çawa di vî temenê xwe de fêrî zimanê Kurdî bibî. Lê belê min guh neda gotinên bi vî rengî û min dizanî bû wê rojek were ku ez ê di zimanê xwe de ser bikevim.”  

PÊŞKETINA JINAN PÊŞKETINA CIVAKÊ YE

Şama Mihemedê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku jin çi qasî xwe pêş bixe ziman, çand û wêjeya Kurdî jî ew qas pêş dikeve û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:  “Jina Kurd ji destpêka Civaka Xwezayî û heya roja me ya îro bi hêz e. Jin dema ku xwe pêş dixe ne tenê di kesayeta xwe de pêşketinê nîşamdide di heêam demê de di nava civaka giştî de jî pêşketinek pêk tê. Divê em hîn bêhtir bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin û divê nivîskarên jin ên Kurd li cîhanê zêdetir bibin.”