Çîroka Rana Şêx Elî ya Minbicî
Serketina pêngava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û rizgariya bajêr, bandoreke mezin li jiyana jinan jî kir. Yek ji jinên ku jiyana wê bi vê pêngavê guherî Rana Şêx Elî ye.
Serketina pêngava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û rizgariya bajêr, bandoreke mezin li jiyana jinan jî kir. Yek ji jinên ku jiyana wê bi vê pêngavê guherî Rana Şêx Elî ye.
Bi pêngava rizgarkirina Minbicê re me ji nêz ve dît, ku li welatên li paş man e, ji ber sîstema baviksalarî ya zordar, nirxên civakî, irf û adetên kevnare, bêkarî, xizanî û kêmaniya perwerdeyê sedemên sereke ne, ku keçên hê zarok in di emrê biçûk de tên zewicandin.
Jin ên ciwan, ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ji neçarî koçî Tirkiye, Iraq, Urdun û Ewropayê kirine, li her qada jiyanê dibin hedefa destavêtin û destdirêjiyê.
Jinên nabin hedefa destavêtin û destdirêjiyê, li nava welêt û li welatên koç kirine, bi zorê tên zewicandin.
Li gorî raporên dawî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) hejmara zarokên bi zorê dikin bûk, zêde bûne û pêşî li vê ne yê nayê girtin.
JIN ÊN CIWAN BI ZORÊ BI ÇETEYAN DIHATIN ZEWICANDIN Û WEKE KOLEYÊN SEKSÊ DIHATIN BIKARANÎN
Di dema pêngava rizgarkirina Minbicê de me keçeke 16 salî nas kir û pê re sobbet kir. Rana Şêx Elî ya di 15 salî de hat zewicandin, bi meh û nîvekê ducanî ye.
Vê jina ciwan anî ziman, ku piştî Minbic ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin, tevî malbata xwe ew neçar man e koçî bajarê Hûmûsê bike û diyar kir, bêyî daxwaza wê, malbatê ew bi kesekî 17 salan jê mezintir e, ji ber zehmetiyên aboriyê zewicandiye.
Rana Şêx Elî, piştî ku zewicî, hevserê wê xwest bar bike Minbicê ku di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de bû. Rana Şêx Elî bi dilşewatî qala vê barkirinê dike.
Jina ciwan anî ziman, ku hevserê wê sempatîzanê DAIŞ'ê bû, lewma xwestiye bar bike Minbicê û da zanîn, ew nikare agahiyê ji hevserê xwe bigire, dibe ku di pêngava rizgarkirina Minbicê de hatibe kuştin, nehatibe kuştin jî pêkane çûbe Cerablûsê.
Rana Şêx Elî ya dixwaze hevserê xwe berde dibêje, eger ew cihê bibe û zaroka wê ji dayik bibe, kesek nîne li wan binêre.
Rana Şêx Elî bal kişand ser şîdeta fîzîkî û derûnî ya DAIŞ'ê li jinan dikir û da zanîn, ku bi taybetî jin ên ciwan bi endamên çeteyên DAIŞ'ê re bi zorê didan zewicandin û weke koleyê seksê dihatin bikaranîn.