Cîhana kar li hemberî jinê pir zayendperest e!
Cîhana kar li hemberî jinê pir zayendperest e!
Cîhana kar li hemberî jinê pir zayendperest e!
Li gorî lêkolîneke li Fransayê pêk hatiye de ji 10 kesî 8 heb jin li şîrketan rastî gotinên zayendperest tên û hema hema bi heman rêjeyê jin rastî pêkûtiyên zayendê tên.
Ji aliyê şîrketa Harris Interactîve ve lêkolînek hat kirin û di encama lêkolînê de derket holê ku ji bo nêzîkatiya zayendperest ya li dijî jinê kêm bibe hêj gelek tişt divê bên kirin.
Ji sedî 78 ên (Ji sedî 84 jin û ji sedî 72 mêr) tevli lêkolînê bûn diyar dikin ku jin rastî gotinên zayendperest tên û ji sedî 73 jî dibêjin jin rastî pêkûtiyên zayendî tên.
Li gorî anketê ji sedî 30 diyar dikin ku di warê girtina kar de jin û mêr wekhev in û sedî 71 jî diyar dikin ku jin û mêr wek hev heqdest digirin.
Dîsa li gorî anketê ji sedî 40 diyar dikin ku di rêveberiyê de jin û mêr wekhev cih digirin û ji sedî 38 jî diyar dikin ku desturên dayikbûnê pêşî li kariyerê nagirin.
Li gorî Enstîtuya Lêkolînê ya Aboriyê ya Fransayê (INSEE) di navbera heqdestê jin û mêran de ji sala 2010’an şûnde bi rêjeyeke ji sedî 19.1 cudabûn heye.
Li gorî rapora CESE’ê yê jî xizanî zêdetir bandorê liser jinan dike û diyar dike ku bi taybetî jî jinên bi zarokên xwe re dijîn di bin bandora vê de dimînin. Li Fransayê ji 2010’an û şûnde 8,6 milyon kes bi hatineke 964 euro di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Ji van 4,7 jin e. Li gorî CESE ji sedî 70 betal jin in.