Çîçek Têkoşîn: Jin dê bi rêxistinê azad bibin

Çîçek Têkoşîn: Jin dê bi rêxistinê azad bibin

Tevgera azadiya jinan a Kurdistanê bi wesîleya roja Jinên Kedkar a Cîhanêbanga bilindkirin têkoşîn û piştevaniyê li hemû jinên cîhanê kir.

Endama Koordînasyona KJB’ê diyar kir ku ew vê 8’ê Adarê diyariyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylmez dikin û got, dê hesabê vê ji serdestan bipirsin.

EM HER ROJÊ BIKIN 8’Ê ADARÊ

Tekoşîn anî ziman ku ew 8’ê adarê diyariyê hemû jinan û serokatiyê dikin û got: “Di cîhanê de rojekê ji jinan rewa tê dîtin. Lê jinên kurd jiyanê bi rengê xwe diafirînin. Ev rewş jî nîşan dide ku dehilatdarî jinê çiqas cuda dixîne.
Tekoşîn got 8’ê Adarê di encama têkoşîna Roza Luksemburg û hemû jinên cihanê û her wiha keda jinên kurd derketiye holê û got: “Îro herî zêde jinên kurd xwedî li 8’ê Adarê derdên.  Jina kurd îro rola sereke ya pêşeng dilîze.

ADAR NAVÊ JIYAYÊ  YE, NAVÊ BERXWEDANÊ YE

Tekoşîn wiha pê de çû: “Meha Adarê bi 8’ê Adarê re watedartir bûye. Di adarê de mirovahî xweşiktir dibe.  8’ê adarê û 21’ê adarê di wateya jineke nû de ye bo kurdan. 8’ê Adarê jiyaneke nû ye. Serhildana jinê ye. Her roj jin tên kuştin. Zindî zindî tên çalkirin. 8’ê Adarê lêgerîna vê  ye.”

JI JIN Û KURDAN EM KONAXEKE NÛ DE NE
Tekoşîn got gelê kurd di konaxeke dîrokî de derbas dibin û got: “Divê em xwedî li îradeya xwe derkevin. Ji bo vê jî vê 8’ê Adarê watedare. Em 8’ê adarê wek rojekê nanirxînin. Divê her roj bibe 8’ê Adarê. “

DIVÊ HESAB BÊ PIRSÎN

Tekoşîn anî ziman ku 8’ê adarê roja rêxistinbûna jinê ye û got: “Jin dikarin di civaka ahlaqî û polîtîk de rola xwe bilîze. Hêzên serdest bi parçekirina nirxan û tasfiyekirinê xwe didomînin. Ji bo vê bike, hemû civakê dike kole.  Ji ber vê divê jin di vê rojê de hesab ji serdestan bipirse.

DI ŞEXSÊ WAN DE HEMÛ JIN HEDEF HATIN GIRTI

Tekoşîn balkişand ser qetilkirina Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û got: “Ev komkujî bi koployeke navnetewî pêk hat. Bi taybet di şexsê Sakîne Cansiz de hemû jin hedef hatingirtin.  Me tevgera jinên kurd ev roj diyariyê têkoşîna van hevalê xwe kir.

JIYA BI JINÊ RE XWEŞ E

Tekoşîn anî ziman ku divê hemû jin li dijî vê komkujiyê bi ruhê azadiyê bibin yek û têkoşîna xwe bikind bikin û got: “Ji ber van şehadetan divê jin xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin. Bi taybet jinên kurd bi vî awayî divê serî li dijî serdestan netewîne.  Bi vî awayî dê jin xwe bi rêxistin bike. Ji ber ku damezrînera jiyanê jine. Jin jiyane. Jiyan dê bi jinê xweş bibe. Fînala 8’ê Adarê dê li Dersîmê pêk were û divê bi hêzeke mezin bê pêşwazîkirin. 

EM DEYNDARÊN SEROKATIYA XWE NE

Tekoşîn da zanîn ku ew ji ber keda ku serokatiyê ya ser xeta azadiya jinê deyndarê wîne û got ji ber ku serokatiya me ev 50 sale ji bo azadiya têdikoşe.

JI 8’Ê ADARÊ HETA 4’Ê NÎSANÊ

Tekoşîn di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew di pêvajoyeke gelek girîng de derbas dibin û got: “Divê ji 8’ê Adarê heta Newrozê û bi heman ruhê heta 4’ê nîsanê serhildan pêk werin. Divê jinên kurd têkoşîna xwe bilind bikin. Ez careke din 8’ê Adarê li hemû jinên kurd û serokatiya xwe pîroz dikim.”