Cezayê girtîgehê li Irmaka HDP’yî hate birîn

Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak ya ku niha girtî ye, ji ber axaftineke wê ya di sala 2015’an de salek cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak ya ku niha girtî ye ji ber axaftina wê ya di sala 2015’an de ya di televîzyona MED Nûçe’yê de doz lê hatibû vekirin. Bi îddîaya ku Irmak ‘Hikumeta Tirkiyeyê û organên darizandinê yên dewletê biçûk xistiye’ doz lê hatibû vekirin û ji 6 mehan heta 2 salan cezayê girtîgehê jê re dihat xwestin.

Irmak a ku li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Kandirayê jî diyar kiribû ku, ew dixwaze were dadgehê û xwe biparêze û nehat odeya SEGBÎS’ê. Piştî biryara dadger a ku xwest bila bi darê zorê Irmak were odeya SEGBÎS’ê, Irmak anîn odeya SEGBÎS’ê.

Irmakê di parastina xwe de diyar kir ku, “Ev 2 car in bi darê zorê min tînin odeya SEGBÎS’ê. Bi vî awayî parastina min tê astengkirin. Ez dixwazim were dadgehê û xwe biparêzim.”

Piştî ku Irmakê xwe parast, dadger biryara xwe diyar kir û salek cezayê girtîgehê da Irmakê.