CENÎ û Utamara:Em hovîtiya li dijî Kaderê şermezar û lenet dikin

CENÎ û Utamara ji bo hovîtiya li dijî Kader Kadandîr banga hesasiyetê kir. Di daxuyaniyê de ji bo kampanya TJK-E'yê ya bi sirûda 'Ji bo têkbirina dagirkeriyê xwebûn' piştgirî hat xwastin û bang li jinan kir ku dakevin qadan.

Buroya Aşitî ya Jinên Kurd (CENÎ) û Navenda Jinan a Utamara,Ji bo Kader Kadandîr a li bajarê Hamelnê ji aliyê hevserê xwe ve hate kêrkirin û bi wesayîtê ve kaş kir, şermezar û lenet kir.

Bûroya Aşitî ya Jinên Kurd(CENÎ) û Navenda Jinan a Utamara di daxyaniyê de bal kişand ser şîddeta li dijî jinê û wiha pê de çû: “Em wek jin heta ku li dijî çanda serdest dernekivin em ê mirovatiya xwe wenda bikin.Qetilkirina her jinekî tê wateya qetilkirina me.Em di serî de bang li jinan û hemû civakê dikin li dijî hovîtiya ku li Kader Kadandir hatiye kirin, derkevin.”

Bîroya Aşitî ya Jinên Kurd(CENÎ) û Navenda Jinan a Utamara, wiha gotin: “Em wek Tevgera Jinên Kurd a Ewrupayê(TJK-E) li dijî şîddeta li hemberê jinê û ji bo têkçûyîna çanda mêr a serdest li derdorê kampanya ya ji aliyê TJK-E ve bi dûrûşma 'Ji bo têkbirina dagirkeriyê xwebûn'hatiye destpêkirin bibin yek.”