CENÎ: Em li her cihî dakevin qadan
CENÎ bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî faşîzma AKP'ê şermezar kir û bang li gelan kir, ku çalakiyan lidar bixin.
CENÎ bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî faşîzma AKP'ê şermezar kir û bang li gelan kir, ku çalakiyan lidar bixin.
Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) li ser operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî gelê Kurd û hevserok û parlamenterên HDP'ê tên meşandin, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya nivîskî de bêdengiya Ewropayê bi taybetî dewleta Elmanyayê hat şermezarkirin û hat gotin, ev yek zerarê dide nirxên hevpar û rûmeta gelên Ewropayê.
CENÎ ev bang kir: "Di serî de jin, em bang li hemû hêzên demokratîk, sosyalîst, çepgir û antîkapîtalîst dikin, ku li her cihî li dijî faşîzmê ji bo parastina nirxên hevpar ên mirovahiyê dakevin qadan û çalakiyan lidar bixin."