CENÎ: Di kesayeta Ferînazê de tola jinê hilînin

CENÎ têkildarî Ferînaz Xosrowanî ya li Mahabadê ji bo li tecawiza hêzên rejîmê neyê xwe qata 4’an a otelê avêt û dawî li jiyana xwe anî daxuyaniyek da. CENÎ diyar kir ku wê di şexsê Ferînaz de bi bilindkirina têkoşînê re tola qirkirina jinê hilînin.

CENÎ têkildarî Ferînaz Xosrowanî ya li Mahabadê ji bo li tecawiza hêzên rejîmê neyê xwe qata 4’an a otelê avêt û dawî li jiyana xwe anî de daxuyaniyek nivîskî da. CENÎ diyar kir ku wê di kesayeta Ferînaz de bi bilindkirina têkoşînê re tola qirkirina jinê hilînin.

CENÎ da zanîn ku jina Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Mahabadê ji bo ku rastî destdirêjiyê, ku hêzên îtlaatê yên rejîma Îranê plan kirin, neyê, xwe ji qata 4’an a otela ku tê de kar dikir, avêtiye xwarê û jiyana xwe ji dest daye. CENÎ da xuyakirin ku Ferînazê bi vê sekna xwe destûr nedaye ku destdirêjiyê rûmeta wê bê kirin, lewra jî rihê berxwêdêr û têkoşer a jina Kurd di kesayeta xwe de ji nû ve jîn kir.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li hemberî çanda destdirêjiyê ku di kesayeta jinê de ji aliyê zîhniyeta mêr bi hovîtî hewl tê dayîn civakê ji civakbûyînê bide qut kirin, têkoşîna jinê jî xwe digihîne asta herî bilind.  Roj nîne ku nûçeyek der barê qetilkirin an jî xwekujiya jinê de neyê bihîstin.

Wek di bûyera qetilkirina Ozgecan Aslan û bi hezaran jinên bênav û herî dawiyê li Şengalê jî, di bûyera Ferînaz de hovîtiya zîhniyeta mêr ku neyarê jinê ye û lewra jî hewl dide bi qirkirinek sîstematîk a li dijî jinê, jiyanê bide tinekirin, radixîne berçavan.

Civak ku bi têkoşîna jinê ya bêhempa hate hişyarkirin û rêxistinkirin, li dijî hovîtiya zîhniyeta mêr ku di sedsala 21. de nûnerê herî jor DAÎŞ’ê dide meşandin, bertek nîşan dide.

Helwesta gelê Mahabadê ku daketin kolanan û di otela ku hewl hate dayîn jina kurd Ferînaz tecawîz bikin, dan ber agir, helwestek bi rûmet e. Divê di serî de bi pêşengiya jina Kurd li her derê çalakiyên şermezarkirinê pêk bên û li dijî çanda destdirêjiyê li ser hîmê xweparastinê têkoşîn bilindtir bê meşandin.

Li ser vî esasî em wek Bûroya Aştiya Jina Kurd CENÎ tevlî bangawaziya KJAR dibin û bang li hemû sazî û dezgehên jinan, rêxistinên jinan û bi giştî jî li civakê dikin ku demildest bi helwesta xwe qetilkirina Ferînaz şermezar bikin û bi rêxistinbûyînek hîn xurtir bi awayek hevbeş dawî li qirkirinên jinan bînin.”