CENÎ banga bilindkirina têkoşîna azadiyê kir

CENÎ, di salvegera 3. a komkujiya Parîsê de şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û sê jinên şoreşger ên bi heman rengî duh li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, bibîr anî.

Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ), bi rasthatina 3. salvegera komkujiya Parîsê ku her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi hovîtî hatin qetil kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de CENÎ şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin û her sê jinên şoreşger ku duh li Silopiyayê bi heman hovîtiyê hatin qetil kirin, bibîr anî û neyarên jinan bi tundî û kînek mezin şermezar kir.

CENÎ diyar kir ku armanca komkujiyên li hemberî jinan tên kirin, di kesayetiya jinên Kurd de şikandina vîna azadiyê ya gelê Kurd e û got: "Li beramberî tevahî êrîşên li dijî jinê û mirovahî, jina Kurd li ser xeta Sakîneyan xwe bi rêxistin dike û tekoşîna xwe giha asta bidestxistina azadiyê."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"CENÎ piştgirî dide bangawaziya TJK-E ji bo tevlîbûna meşa protestoyî ya ku di 9'ê Çileya 2016'an li Parîsê bê li darxistin û bibîr tîne ku felsefeya jiyanê a JIN JIYAN AZADÎ li beramberî qirkirna jinê li Kurdistanê di vê kêliyê de bi ser dikeve.
 
Em bang li tevahiya jinên enternasyonal dikin, ku xwedî li tekoşîna xwe ya azadiyê ku bi pêşengtiya jina kurd ji Rojava heyanî Başûr, ji Bakur heyanî Rojhilat û tevahî cîhanê bi berxwedaneke bêhempa didin meşandin, derbikevin. Di heman demê de em bang li tevahî sazî û dezgehên dewletan dikin, ku demildest bêdengiya beramberî qirkirina jinê li Kurdistanê bê terikandin, li gorî pîvanên mafên parastina mirovan tevbigerin û dawî li hevkariyên bi dewleta Tirk re bê anîn.

Wê qatilên jinan di serî de Erdogan û hevkarên wî wek DAIŞ li beramberî berxwedana gerdûnî ya jina Kurd têk biçin û li pêşberî mirovahiyê bên darizandin."