Çend not ji 6. Kongreya Yekîtiya Star
Kongre bi biryarên li gorî ruh û pêkhateyên xwe, bi dawî bû. Tespît hat kirin, ku rizgariya ji krîza li Sûriyeyê bi Sûriyeya Federal a Demokratîk dibe û ev yek jî bi pêşengiya jinê pêkan e.
Kongre bi biryarên li gorî ruh û pêkhateyên xwe, bi dawî bû. Tespît hat kirin, ku rizgariya ji krîza li Sûriyeyê bi Sûriyeya Federal a Demokratîk dibe û ev yek jî bi pêşengiya jinê pêkan e.
Rêxistinbûyîna sîwanî ya jinên li Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star di 25-26'ê Sibatê de bi pêkhateyeke xurt li Rimêlanê kongreya xwe ya 6. lidar xist. Bi pêkhateya beşdaran re kongre mîna modela çareseriyê ya rizgariya ji krîza li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê bû.
Kongre her çend li Rimêlan a di bin kontrola hêzên YPG/YPJ'ê de hat lidarxistin jî, tedbîrên tund ên ewlekariyê hatin wergirtin.
Di Kongreya Yekîtiya Star de, ku cara 3. di pêvajoya şoreşê de li xaka Rojava hat lidarxistin, ya ku di destpêkê de bal kişand, rengîniya pêkhateyan bû. Jin danê sibehê bin kincên xwe yên herêmî yên rengîn tên salona Aram-Tîgran û piştî kontrola ewlekariyê cihê xwe yê di salonê de digirin. Tevî jinên Kurd, jinên Asûrî, Suryanî, Ereb, Ermenî û Filîstînî jî di kongreyê de amad e ne.
Tevî vê dewlemendiyê jî dibihîzim, ku di kongreyê de dîsa kêmaniyek heye... Ji ber êrîş û polîtîkayên dewletên serdest û PDK'ê, jinên ji Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, jinên ji Kantona Efrînê nikarin tevlî kongreyê bibin. Jinên beşdar dibêjin, bi vê kongreyê re em dixwazin ezmûnên xwe yên li her çar parçeyan bi hev re parve bikin, lewma gelekî bi hêrs in. Jin bi taybetî li hemberî dewleta Tirk û PDK'ê bi hêrs in. Bala kongreyê li ser Efrîn, Şedadê û Bakurê Kurdistanê ye. Ji xwe li salona kongreyê pankartên bi nivîsên ku berxwedana Bakurê Kurdistanê silav dikin, hatine daliqandin, wêneyên Sakîne Cansizên li Parîsê hatin qetilkrin, Sêvê, Pakîze û Fatmayên li Silopiyayê hatin qetilkirin salona kongreyê dixemilînin.
Bi axaftina vekirinê ya kongreyê de di çarçoveya rojeva hatiye diyarkirin de nîqaş destpê dikin. Jin di çarçoveya rewşa siyasî de; rewşa li Sûriyeyê, komkujiyên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tên kirin, sîstema xwe û rê û rêbaza derketina ji nava krîza Sûriyeyê, nîqaş dikin. Piştre xebatên 2 salan ên Yekîtiya Star tên nirxandin. Nîqaş jî mîna xeml û rewşa beşdaran, rengîn e. Her kes li gorî pêwîstiyên nasnameya xwe, tevlî nîqaşan dibin. Karên hatine kirin tên bilêvkirin, lê têrker nayên dîtin. Ji xwe nîqaşên tên kirin û biryarên tê wergirtin, ji bo lêgerîn û hewldaneke hîn baştir in.
Rewşa zindî ya nîqaşan di navberê de jî xwe nîşan dide. Jin bi komên ji sê çar kesan re di navberê de jî nîqaşên xwe didomînin. Ji bo mayîndebûna vê kêliyê jî wêneyan dikişînin. Derfetê dibînim bi gelek jinên ji neteweyên cuda re biaxivim. Hin jê mêvan in, hin jî delegeyên kongreyê ne. Lê her kes ji ber ku bi nasname û rengê xwe lê amade ne, kêfxweş in. Ji xwe ew pêkhateyên sîstema xweseriya demokratîk a Rojava ne. Jinên Suryanî, Asûrî, Ereb bi nasnameyên xwe di nava sîstemê de cih digirin.
Kongre li gorî ruh û pêkhateyên xwe, biryarên girîng werdigire û bi dawî dibe. Tespît tê kirin ku rizgariya ji krîza li Sûriyeyê bi Sûriyeya Federal a Demokratîk dibe û ev yek jî bi pêşengiya jinê pêkan e. Di vî warî de biryar tên girtin. Beriya her tiştî jî, li gorî pêwîstiya rêxistinbûyîna bi rengê sîstemê biryar tê dayîn ku xwe bi rengê Kongreyê bi rêxistin bikin. Di encama nîqaşan de, ji bo meşeke xurt a ber bi siberojê ve, li qadên perwerde, siyaset, rêxistinbûyîn, xweparastin, dîplomasî, çand û hwd. de biryarên girîng hatin girtin.