Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM), kongreya xwe ya sêyemîn bi şiyara "Bi rêxistinbûyînê re em azad dibin" pêk anî. Di kongreyê de endamên meclîsa giştî hatin hilbijartin û xeta têkoşînê ya li dijî kuştina jinan û şer, hat zelalkirin.
Berdevka SKM'ê Fadîme Çelebî piştî kongreyê bersiv da pirsên ANF'ê.
Çelebî di destpêkê de ragihand, ku SKM di nava Partiya Sosyalît a Bindestan (ESP) rêxistinbûyîneke xweser e û got, "Hemû biryarên werdigire, pêwendiya xwe bi ESP'ê re heye. Hemû rêxistinên partiyê berpirsyar in ku van biryaran bi cih bînin."
Çelebî anî ziman, ku bi encama ji hemû tecrûbeyên têkoşîna azadiyê ya jinê derxistî re wan modeleke xweser xistine meriyetê û armanca SKM'ê bi gotina 'hem dixwaze jiyanê biguherîne, hem jî xwe veguherîne' pênase kir.
Li ser mîsyona SKM'ê Çelebî got, "Em dixwazin jinên 5 hezar sal in mafên wan tên binpêkirin, dîroka xwe bi nêrîna şoreşa jinê ji nû ve ava bikin û li hemberî feraseta bi serdestiya mêr a di nava partiyê de têbikoşin. Li hemberî rolên civakî yên ji bo jinê hatine destnîşankirin, em li malê, li kolanan, li kargehan, li sendîkayan û di nava partiyê de têdikoşin. Me biryar dan SKM'ê weke amûra pêkanîna şoreşa jinên sosyalîst birêxistin bikin. Li dijî nêzîkatiyên ji feraseta mêr, me xwest ESP'ê bi t3egihiştina partiya jinê bi rêxistin bikin. Û şoreşa jinê ji xwe bidin destpêkirin."
SKM di têkoşîna li hemberî rolên kevneşop ên mêr ên di nava ESP'ê de gihaştiye kîjan astê?
Çelebî di bersiva xwe ya ji bo vê pirsê de ragihand, ku mîna hemû jinan karê wan jî ne hêsan e û got, "Bêguman em pêş de çûn, lê gelek caran zehmetiyên mezin derketin pêşiya me. Ji ber ku ji serî heta binî li hemberî me sîstemeke bi serdestiya mêr heye. Lewma, di nava ESP'ê de guhertin pêk hatibin jî ev pêvajo hînê neqediya ye. Naqede jî. Em rewşa kevneşop a mêr, bi taybetî di nava rêxistinên jin di nav de nîne, bi zelalî dibînin. Dem bi dem me hewl dan van bi aqil û rêxistina SKM'ê biguherînin."
'JIN NEÇAR IN DI NAVA PARTIYÊ DE BI RÊXISTINÎ TEVBIGERIN'
Der barê polîtîkayên jinan eleqedar dikin de Çelebî destnîşan kir, ku hînê nêzîkatiya 'ev karê jinan e' heye û got, "Xuya ye hînê xebatên jinê weke nîvê temamiya xebatên partiyê nayê dîtin, jin bi rasteqînî weke parçeyek şoreşê, weke hîma bingehîn a şoreşê nayê dîtin."
Çelebî da zanîn, divê jin di nava partiyê de têkoşîna li dijî sîstema bi serdestiya mêr bi awayekî rêxistinbûyî bimeşînin û ragihand, li cihê rêxistinbûyîna SKM'ê qels be, nêzîkatiyên mêr bêhtir derdikevin pêş.
Berdevka SKM Fadîme Çelebî biryarên kongreya xwe vegot û got, "Kongreya me destnîşan kir, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan divê bi lezgînî rêxistinbûyînên mîna kooperatîf, komeleya jinê, mala piştevaniyê û kreş bên avakirin. Li şûna axaftina li ser navê girseyên jinan, ya rast û girîng ew e, ku bi avakirina rêxistinbûyînên jinan re jin bi xwe li ser navê xwe biaxivin.
'EM Ê BIBIN PIR'
Di kongreyê de li ser têkoşîna aştiyê ya li dijî şerê Qesrê hat rawestîn. Biryar hat dayîn, heta dawiya meha Adarê bi şiyara 'AKP şer dixwaze, jin aştiyê dixwazin' û ' Ferman a Qesrê be, Îsyan jî a jinan e' xebat werin meşandin."
Çelebî diyar kir, ew ê di rojên pêş de berxwedana xwerêveberiyê û pêwîstiya bi aştiyê hîn bi xurtî ji jinên li Rojava re vebêjin û got, "Xwegihandina hev a Kurdistan û Rojava, xwegihandina gelê Kurd û hemû jinên li Rojava, yek ji wezîfeyên girîng ên SKM'ê ye. Em ê di navbera Rojhilat û Rojava de bibin pirek."
Çelebî destnîşan kir, ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî desthilatdariya Qesr/AKP'ê bidomînin.