CDK-F: Fransa bi ‘mejiyê dewletê’ hewl dide edalet û rastiyê bifetisîne
Omer Guney ê sûcdarê qetlîama 9’ê Çileya 2013’an a li Parîsê, bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê ji bo girtîbûna wî bi dawî bibe serlêdan kiribû, rûniştin îro dewam dike.
Omer Guney ê sûcdarê qetlîama 9’ê Çileya 2013’an a li Parîsê, bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê ji bo girtîbûna wî bi dawî bibe serlêdan kiribû, rûniştin îro dewam dike.
Omer Guney ê sûcdarê qetlîama 9’ê Çileya 2013’an a li Parîsê, bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê ji bo girtîbûna wî bi dawî bibe serlêdan kiribû, rûniştin îro dewam dike. CDK-F’ê têkîldarî rûniştinê daxuyanî da, got: “Em wek rêxitstinên Kurd, malbetên qurbaniyan û gelê Kurd ji rêveçûna dozê û rewşa nû bi fikar in. Fransa, careke din bi ‘mejiyê dewletê’ tevdiger, bi dewleta Tirk re dixwaze edalet û rastiyê bifetisîne.”
Konseya Kurdên Demokratîk a Fransa (CDK-F) daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku 9’ê Çileya 2013’an roja Çarşemê wek rojek reş di dîroka Kurd de cihê xwe girt. CDK-F’ê destnîşan kir ku wê rojê jinên Kurd ên Şoreşger Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) li Buroya Enformasyona Kurdistanê bi awayekî hovane hatin qetilkirin, got. “Ji wê rojê ve nûnerên civaka Kurd, malbatên qurbaniyan, gelek rêxistin û kesayetên serbixwe yên li pey rastiyê, ji rayedarên Fransiz daxwaza ronîkirina cînayetan dikin.”
CDK-F bi bîr xist ku rûniştina sûcdarê qetlîamê Omer Guney ku bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê ji bo girtîbûyina wî bi dawî bibe serlêdan kiribû, wê îro bê dîtin, destnîşan kir beriya rûniştina 5’ê Kanûnê, hewldanek wisa ne tesaduf e.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku delîl, qeydên deng û dokumanên nivîskî yên di lêpirsînê de derketin holê bi awayekî eşkere nîşan didin ku Omer Guney ji MÎT’ê re dixebite, got: “Di îdîanameya dozgeriyê de jî nîşan dide ku di organîzekirin û pêkanîna cinayetan de para xwe heye.”
Di daxuyaniya CDK’ê de hat gotin ku “Ji destpêka lêpirsînê ve em dibînin ku rayedarên Fransiz û Tirk di ronîkirina vê cînayetê de bêdil in” û bal hat kişandin ku li Tirkiyeyê piştî cînayetan lêpirsîn hatibû destpêkirin, lê ti agahî bi rayedarên Fransiz re nehatine parvekirin.
CDK-F’ê eşkere kir ku Frans qedexeya li ser dosyaya dozê raneke û bi vê ve jî pêşketinên dozê asteng dike, got: “Hakimên wezîfedarên dozê, beriya xwe bigihînin kesên sûc dane pêkanîn, neçar man dosyayan bigirin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku nasnameya polîtîk a qurbaniyan û cîdîbûna cînayetê gelek hejandiye, lê ne malbat ne jî civaka Kurd ji aliyê rayedarên Fransiz nehatine qebûlkirin, hate destnîşankirin ku ti daxwazên têkîldarî hevkariya Fransa ya bi MÎT’ê re, bi taybet bê ka di qetlîamê de MÎT bi xwe di kû derê de cih digire, tineye.
Di daxuyaniyê de ev pirs hate kirin: “Em wek rêxitstinên Kurd, malbetên qurbaniyan û gelê Kurd ji rêveçûna dozê û rewşa nû bi fikar in. Fransa, careke din bi ‘mejiyê dewletê’ tevdiger, bi dewleta Tirk re dixwaze edalet û rastiyê bifetisîne?” Hate destnîşankirin ku 4 sal in Omer Guney di bin çavdêriya pisporên tenduristiyê de ye, li gor dosyaya wî jî rewşa wî ya tenduristiyê bi îstîqrar e.
CDK-F, hişyar kir ku çend meh beriya daraza Guney, eger bi vê serlêdanê ve girtîbûna wî bê belalkirin wê demê yekane bersûcê dozê jî wê winda bibe, got: “Ev rewş, wê daxwaza gelê Kurd a edaletê tine bike.”
CDK-F, bang li raya giştî, hikûmeta Fransiz kir ku edaletê pêk bînin û nehêlin rastî winda bibin.