Cansiz, Dogan û Şaylemez li Parîsê hatin bîranîn
Ji bo jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, li pêşiya avahiya Parlamentoya Fransa çalakî li dar xistin, daxwaza edaletê kirin.

Ji bo ji damezirînerên PKK’ê Sankîne Cansiz, Endama KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leya Şaylemez daxwaza edalet û ronîkirinê didome. Çalakî ji aliyê Komîna Arîn Mîrkan a li Les Mûreaûxê, li pêşiya avahiya Parlamentoya Fransayê di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ve hat lidarxistin. Kurdistanî li Qada Invîalîdes a pêşberî avahiya Parlamentoya Fransa saet 15:00’an kom bûn, hat ragihadin, rexmê ku ev 4 sal di ser qetlîama 9’ê Çileya 2013’an re derbas bûye jî, hê hêzên li pişt qetlîamê nehatine diyarkirin, ev ji bo hikûmeta Fransa şermek mezin e.
Hat diyarkirin ku heta qetlîam neyê ronîkirin wê çalakî bidomin, qetlîama niha li Kurdistanê jî tê meşandin ji heman hişmendiyê tê. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne”, “Edaletê dixwazin” û “Ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyek polîtîk” qîr kirin. Kurdistaniyan daxwaza edalet û ronîkirinê dubare kirin. Li aliyê din Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullan û li gel heyetek jin bi hev re çûn pêşiya avahiya Buroya Enformasyona Kurdistanê ya ku her 3 jinên siyasetmedar ên Kurd hatin qetilkirin, li vir kulîlk danîn. Abdullah li vir daxuyaniyek da û diyar kir ku Cansiz, Fîdan û Leyla di têkoşîna azadiya jina Kurd de xwedî roleke girîng û mezin in. Bal kişand ku divê qetlîam demildest were ronîkirin.