Çanda destavêtinê li Draguîgnanê hate şermezarkirin
Li herêma Draguîgnan a Fransayê, şîdeta li jinê bi meşekê hate şermezarkirin.
Li herêma Draguîgnan a Fransayê, şîdeta li jinê bi meşekê hate şermezarkirin.
27’ê Mijdarê li herêma Draguîgnan a Fransayê, jinan li meydana Parc Chebranê bi pêşengiya TJK-E’yê li dijî tundiya li jinê û çanda tecawizê çalakiyek li darxistin. Çalakger ji Parc Chebranê ta bi Prefektûr, navenda bajêr meşiyan. Di dema meşê de jinan bi hêrseke mezin helwesta xwe li dijî tundiya li jinê anîn zimên.
Di çalakiyê de bi Fransî pankartên "jin jiyan azadî- bi jina azad ber bi welatê azad ve", "Ji tundiya li jinê re êdî bes e- em berxwedanê bilind bikin" , "Edalet ji bo Sara, Rojbîn û Ronahî" hatin vekirin. Meş bi xwendina sirûdan û dirûşmên bi Fransî bi coşeke mezin heta bi navenda bajêr dewam kir.
Di çalakiyê de daxuyaniya KJK’ê hate xwendin û li dijî tundiya li jinê bi Fransî belavok hatin xwendin û belavkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê TJK-E’yê hate gotin, her roj 25’ê Mijdarê ye û li dijî tund û destavêtina li jinê divê her dem berxwedan zindî be û jin tim têbikoşin.
Çalakî bi dirûşm û govendê bi dawî bû.