Çalakiyên 25'ê Mijdarê yên li Amedê

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, wê roja 15'ê Mijdarê li Amedê daxuyanî were dayîn û meşek bê lidarxistin. 25'ê Mijdarê jî wê li Parka Koşûyolû daxuyanî bê dayîn.

Pêkhateyên KJA'yê bi wesîleya rojê li avahiya DBP'ê ya navçeya Peyasê, fîlmek nîşan dan. Jinên tevlî aktîvîteyê bûn, li fîlmê 'Li ber xwe bide' temaşe kirin, ku ev fîlm qala têkoşîna jinan a sala 1912'an li Londonê ji bo mafê dengdayînê dike.

Li dû nîşandana fîlm, ji bo meşa 15'ê Mijdarê banga tevlîbûnê hat kirin.

Roja 15'ê Mijdarê saet di 13:00 de wê li pêşiya avahiya KJA'yê ya hatiye mohrkirin daxuyanî were dayîn. Çalakger wê piştre dest bi meşê bikin.

roja 25'ê Mijdarê jî jin wê li Parka Koşûyolûyê li hev bicivin û daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.