Çalakiyên 25'ê Mijdarê wê ji Farqînê destpê dikin
Hevparên KJA'yê yên Amedê starta bernameya xwe ya têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan wê sibehê ji Farqînê bide.

Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) bernameya xwe ya têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan bi çapemeniyê re parve kir. Çalakiyên ku wê bi dirûşma "Şîdeta li hemberî jinan îdeolojîk e, xweparastin rewa ye" wê li hemû navçeyan bên li darxistin. Starta çalakiyan wê sibehê li Farqînê bê dayîn û bernameya çalakiyan wiha ye:
"Di 10'ê Mijdarê de wê saet di 08.30'an de li ber avahiya DBP'ê ya Amedê kom bibin û biçin Farqînê. di 14-15 û 16'ê Mijdarê de beşdarî civîna stargehên navenda jinan bibin. Di 20'ê Mijdarê saet 13.00'an de li Bismilê meş bê lidarxistin. Di 21'ê Mijdarê saet 13.00'an de li Erxeniyê meş bê lidarxistin. Di 22'yê Mijdarê de li Karazê daxuyanî bê dayîn. Di 24'ê Mijdarê saet 14.00'an de bi ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bên cem hev û biçin serdana kampa Şengalê ya li Fîdanlikê. di 25'ê Mijdarê saet 12.00'an de li Sumerparkê kom bibin û heta Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê meş bê lidarxistin û li vir daxuyanê bê dayîn."
KJA li hemû navçeyan afîşên amade kirine wê li bîllboardan ve daliqînin û têkîldarî 25'ê Mijdarê semîneran bibin.