Çalakiyên 25'ê Mijdarê li Mêrdînê dest pê kirin

Bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, li gundê Çilsitûn ê Stewrê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, çalakiyek hat lidarxistin.

Rêze çalakiyên 25'ê Mijdarê, ku wê 10 rojan dewam bikin li gundê Çilstûn ê navçeya Stewrê dest pê kir. Çalakî bi beşdariya gelek jinan pêk hat. Endama platforma têkoşînê ya ji bo jinên bi zorê hatine revandin Leyla Ferman, Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin Melek KirkdÎlek û xebatkarên jin ên Şaredariyê tevlî çalakiyê bûn.

Di vê kombûnê de dîroka 25'ê Mijdarê, cûreyên şîdeta li dijî jinê û ezmûnên têkoşînê yên jinê hatin vegotin.

Ferman li vir axivî û qala dagirkeriya DAIŞ'ê ya li Şengalê û berxwedana jinên Êzidî ya li dijî vê dagirkeriyê kir. Piştî vê kombûnê, jinan li ser mijarê belavok belav kirin.

Çalakiyên ku di nava 10 rojan de li navenda Mêrdînê, navçe û taxên wê bi wesîleya 25'ê Mijdarê bên lidarxistin, ev in:

17'ê Mijdarê saet di 13:00 de wê bi beşdariya xebatkarên jin ên şaredariyê bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê, taxa Sûlak a ku Ayşe Akyuz lê hat kuştin, bê ziyaretkirin.

19'ê Mijdare saet 10:00 de wê li bazara semtê ya Kerboranê, xebatên agahdarkirinê werin meşandin.

22'ê Mijdarê saet di 13:00 de wê li taxa Ortakoyê hevpeyvîn bê kirin.

23'ê Mijdarê saet di 13:00 de wê li bazara semtê ya Mehsertê, xebatên agahdarkirinê werin meşandin.

25'ê Mijdarê saet di 15:00 de wê li Salona Civînê ya Serokatiya Daîreya çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi moderatoriya Hevşaredara Bajarê Mezin Febrûniye Akyol Akay bi beşdariya Rahşan Anter, aktîvîsta jinê Hasbiye Gunaçan, endama Koordînasyona Jinê ya Odeya Tabîban a Mêrdînê Dr. Derya Etem û damezrînera Kooperatîfa Jinê ya Fîlmmor Melek Ozman, panelek bê lidarxistin.