Çalakiya Edaletê dewam kir: Faşîst Erdogan, Hevkar Fransa!

Ji bo 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, li Dusseldorfê çalakiya edaletê dewam kir.

Ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li ber Sefaretxaneya Fransiz a li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê çalakiya edaletê berdewam kir.

Vê hefteyê hunermendên TEV-ÇAND’ê nobeda çalakiyê dewir girt.

Çalakiya ji hêla Yekîtiya Jinên Kurdistan a Elmanya (YJK-Elmanya) û Buroya Aştiyê ya Jinan (CENÎ) hate organîzekirin, bi bîranîna şehîdên Qirkirina Şengalê destpê kir.

Di çalakiyê de bi zimanê Elmanî û Fransî dirûşmeyên “Faşîst Erdogan, Hevkar Fransa”, “Qatilê Jinan Erdogan”, “Em Şengalê Ji Bîr Nakin” hatin berzkirin.

Jinên tevlî çalakiyê bûn jî bi cilên xwe yên spî li Schadov Platzê pêşendanek ku Qirkirina Şengalê vedibêje pêşkêş kirin.

Çalakiya ku Hozan Sosin jî bi erbaneya xwe tevlî bû, bi dirûşmeyan bi dawî bû.

...