Çalakiya dayikan a li NY dewam dike

Meclîsa Dayikên Aştiyê, greva birçîbûnê ya li avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) didomîne. Dayikên Aştiyê dixwazin birîndarên li Cizîrê derhal sewqî nexweşxaneyê bên kirin.

Ji bo sekinandina komkujiyên li Kurdistanê û derxistina birîndaran ji jêrzemîna avahiya li Cizîrê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ev 2 roj in li Enqereyê hevdîtinan dikin. Dayik herî dawî çûn Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Tirkiyeyê, bi rayedaran re hevdîtin kirin û piştre dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ji Dayikên Aştiyê Yildiz Bahçecî anî ziman ku rayedarên NY ji wan re gotine, "Eger em bang li Sefîrê Bilind bikin hûn ê qanih bibin? Em dikarin ambûlansê bişînin wê derê, lê pêkane di nava gulebaranê de bimîne." Yildiz li hemberî vê yekê got, "Bi tenê daxwazek me heye; birîndarên li jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê derxînin. Li wê derê bi tenê hêzek ku dikare guleyan li ambûlansê bireşîne heye; ew hêz jî dewlet e."

Greva birçîbûnê ya Dayikên Aştiyê dewam dike.