Bûldan: Sedema vê pêvajoyê tecrîda li ser Ocalan e

Bûldan îro di bidawîbûna kampanyaya ‘Ev wisa naçe, jin destûrê nadin’ de axivî û got: “Sedema êrîş û qetlîamên di vê pêvajoyê de, bidawîbûna hevdîtinên bi Ocalan re ye.”

Parlementera HDP’ê Pervîn Bûldan îro di bidawîbûna kampanyaya ‘Ev wisa naçe, jin destûrê nadin’ de axivî û got: “Di vê pêvajoyê de dixwazin destkeftiyên jinan bi dawî bikin. Di vê pêvajoyê de parlementerên me hatin girtin.”

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê û çalakvana TJA’yê Zeynep Boga diyar kir ku ew îro vê kampanyayê bi dawî dikin û ew ê bi kampanyayeke din rêya xwe bidomînin û got: “Her roj jin tên qetilkirin. Em nikarin li hemberî vî tiştî bêdeng bimînin. Berpirsyariya me ev e ku, em têkoşîn û berxwedana jinan geştir bikin. Bi KHK’yan hemû saziyên me girtin û xwestin dengê jinan qut bikin.”

Serokwekîla Meclîsê ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî axivî û got: “Îro em ji bo bidawîbûna kampanyayê hatine vê derê. Lê her bidawîbûn ji bo me tê wateya destpêka têkoşîneke nû. Têkoşîna jinan her dem hebû û ew ê bidome.”

Bûldan diyar kir ku ew ê ji bo Rêzdar Ocalan têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin û got: “Sedema qetlîam û êrîşên vê pêvajoyê bidawîbûna hevdîtina bi Ocalan re ye. Heke em dixwazin şer bi dawî bibe û zarokên me neyên qetilkirin, ji bo hevdîtin bi rêzdar Ocalan re pêk were divê çi ji destê me tê, em bikin.”

Bûldan herî dawîn jî wiha got: “Êdî ew dem hatiye ku em polîtîkayên AKP’ê yên qirêj û faşîst bavêjin sergoyê. Niha li pêşiya me 25’ê Mijdarê heye. Divê em bi awayekî xurt beşdarî van çalakiyên ji bo jinan bibin.”