Endama Heyeta Îmraliyê Buldan da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîngiyek mezin dide temsîliyeta jinê û got: “Birêz Ocalan diyar kir ku pêvajoya ku jin têde cih negirin, ji bo wî ne pêvajoyek derbasdare.”
Endama Heyeta Îmraliyê Buldan da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîngiyek mezin dide temsîliyeta jinê û got: “Birêz Ocalan diyar kir ku pêvajoya ku jin têde cih negirin, ji bo wî ne pêvajoyek derbasdare.” Buldan da zanîn ku bi hêza pêşeng a jinê wê pêvajoya aştiyê bê hûnandin. Buldan daxwaz kir ku divê demildest Desteya Şopandinê bê avakirin.
Bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) li Kampusa Dolapdere ya Zanîngeha Bîlgî, Komxebata Azadiya Jinê ya di Pêvajoya Muzakere û Çarseriya Demokratîk de, pêk hat.
Buldan di destpêka axaftina xwe de Ferînaz Xosrevanî bibîranî û got serhildana Xosrevanî serhildana hemû jinay e. Buldan di serî rojbûna dayikan li Dayikên Şemiyê û hemû dayikan pîroz kir. Buldan da zanîn ku li her derê cîhanê taciz, tecawiz û şîdeta li ser jinê didome.
Serokwekîla Koma HDP'ê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan diyar kir ku bi têkoşînê destkeftiyên gelek mezin bi dest xistin û di pêvajoya çareseriyê de 2 jin cih digirin û ev yek jî destkeftiyekî gelek girîng e û wiha got: "Me qezenc kir ji ber ku em du jin li ser maseya muzakereyê ne. Di pêvajoyên şer de jinan berdêlên gelek mezin dan. Di pêvajoya du salan de gotin 'Berê li jinan bikujin' Ji ber vê yêkê Sakîne qetil kirin jinên Kurd qetil kirin. Em tevgera jinên Kurd ji bo pêvajo vegere atşiyê têkoşîn kir. Birêz Ocalan got pêvajoya jin di nav de cih negire ji bo wî derbasdar naba û got, 'li maseyê jin cih bigirin ji bo min girîng e' Em bi Ocalan re bi giştî 32 civîn li dar xistin. Di her civînê de rojeva jinê heye. Ocalan her tim balê dikêşe ser nûnertiya jinê. Ji 10 madeyên deklereya Dolmabahçeyê yêk mijara jinê ye."
Buldan anî ziman ku divê jin bêtir beşdarî. pêvajoyê bibin û tenê zilam biryara aştiyê nadin. Buldan da zanîn ku dê bi hêza jinê ya pêşeng aştiyê raçînin û wiha got: "Dengên jina rast in. Ji ber vê yêkê jin dê di pêvajoyê de bi hêz derbikevin. Baweriya me ya li hemberî hêza jinê ya rêxistinê gelek e. Divê pêşiya pêvajoya muzakereyê ya niha girtî bê vekirin. Lê li pêşiya dewletê tenê hilbijartin heye. Piştî 7'ê hezîranê bi nûnertiya jinê ya li meclîsê dê pêvajoya muzakereya bidomîne. Divê demildest Desteya Şopandinê pêk bê. Nivîskar, hunermend û rewşenbîrên serlêdan kirin hene”
Komxebat bi axaftina akdemîsyen Nazan Ustundag û Ayşe Berktay didome.