Buldan: Em sozdar in ku têkoşina wan bişopînin
Serokwekîla Meclisê Pervîn Buldan di çalakiya ji bo sê jinên ku li Silopiyayê hatin înfazkirin de wiha axivî: " Em sozdar in ku têkoşina wan bişopînin”.
Serokwekîla Meclisê Pervîn Buldan di çalakiya ji bo sê jinên ku li Silopiyayê hatin înfazkirin de wiha axivî: " Em sozdar in ku têkoşina wan bişopînin”.
Serokwekîla Meclisê Pervîn Buldan di çalakiya ji bo sê jinên ku li Silopiyayê hatin înfazkirin de axivî diyar kir ku jinên siyasetmedar ji aliyê hêzên dewletê ve hedef hatine girtin û hatine înfazkirin û wiha got: "Dewlet sê jinên siyasetmedar qetil kiriye û peyama 'Ger hûn têkoşînê berdewam bikin em ê jî we qetil bikin' ji Sakîneyan, Fîdanan, û di heman demê de ji Sêvêyan, Pakîzeyan û Fatmayan re sozame heye. Em ê têkoşîna wan nîvê nehêlin."
Jinên HDP, HDK û KJA'yê qetilkirina sê jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku li Silopiyê hatin qetilkirni, li ber Lîseya Galatasariyê bi çalakiyek şermezar kirin. Serkwekîla Meclisê Pervîn Buldan jî tevli daxuyaniyê bû. Di çalakiyê de pankartên "Em bi rêveberiyên cewherî xwe bi rêxistin dikin", "Bi Sarayan ruhê xwe azad dikin" û wêneyên her sê siyasetmedarên jin hatin hildan.
Li ser navê jinan aktîvîsta KJA'yê Medya Aydemîr daxuyaniyê da û diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê ku hêj hesabê petilkirina 3 siyasetmedarên kurd ku Sakîne Cansiz jî di nav wan de bû nedaye qetlîamek din pêk anî û wiha got: "Dewlet ji jinên ku xwe bi rêxistin dikin û azad dibin ditirse. Ev êrîş li dijî, rûmet, bîrdozî û azadiya me pêk hatiye."
'XETA BERXWEDANA RÊHEVALÊN ME YÊN KU HATIN QETILKRIN XETA ME YE'
Aydemer balê kişand ser şer û qetlîama ku bi destên dewletê li Kurdistanê tê birêvebirin û wiha dom kir: "Di dîrokê de heta niha gelê kurd ku her tim li ber xwe daye dê berxwedana xwe berdewam bike."
'JINÊN SIYASETMEDAR HEDEF HATINE GIRTIN'
Piştî Aydemîr Serokwekîla Meclisê Pervîn Buldan axivî û wiha got: "Jinên siyasetmedar ku ji berxwedana gel ya Silopî re pêşengiyê kirine hedef hatine girtin. Dewlet bi qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên kurd, peyama 'Ger hûn têkoşîna xwe berdewam bikin em ê jî we qetil bikin' daye. Lê em soz dididin ku wekî jin têkoşîn Sakîneyan, Leylayan, Fîdanan û di heman demê de ya Sêvêyan, Pakîzeyan û Fazmayan li erdê nehêlin."
Daxuyanî piştî dirûşmeyan bi dawî bû.