Boko Haram îşkence dikir û neçarî 'zewicandinê' dikir
Li Nîjeryayê koma ku herî zêde zerar ji hovîtiyên dij mirovahiyê yên terorîstên Boko Haram dibînin, jin e.
Li Nîjeryayê koma ku herî zêde zerar ji hovîtiyên dij mirovahiyê yên terorîstên Boko Haram dibînin, jin e.
Li Nîjeryayê koma ku herî zêde zerar ji hovîtiyên dij mirovahiyê yên terorîstên Boko Haram dibînin, jin e. Bi qasî 200 jin û zarokên di hefteya bihurî de hatin rizgarkirin tên tedawîkirin. Vegotina jineke ciwan, hovîtiya Boko Haram radixe pêş çavan.
Jina ciwan a bi navê Habîba ya 16 salî ji rojnameya Fransayê Le Monde re peyivî û diyar kir ku çeteyên Boko Haram bi zorê jinan bi xwe re bidin 'zewicandin' serî li her rê û rêbazan didan. Çeteyan bi îşkenceya rojane û çavtirsandina bi mirinê re jin neçarî zewicandina bi xwe re dihiştin.
Habîba anî ziman ku di 30'ê Nîsanê de piştî operasyona artêşê ew rizgar bûne. Habîba diyar kir ku dema di destê Boko Haram de bû di dema operasyonê de bi dehan ji dîlgirtiyan jiyana xwe ji dest dane.
ÎŞKENCE DIKIRIN Û ZEXTA ZEWACÊ DIKIRIN
Habîba bal kişand ser îşkence û zordariya terorîstên Boko Haram li wan dikirin û anî ziman ku ji bo zewicandinê ew li pêkanînên dijî mirovahiyê rast hatine.
Habîba got, "Dest û lingên me girê didan û em dixistin hundirê bereqeyan. Serê her sibehê em derdixistin derve û bi çekê gef li me dixwazin. Ji me dipirsîn ku ji bo zewicandinê me biryara xwe guhertine yan na."
Habîba diyar kir ku dema wan bersiva neyînî didan, çeteyan bi qemçî li wan didan, ew birçî dihiştin û got, "Hin jinan nema dikarîbûn îdare bikin û ji neçarî zewaca bi wan re qebûl dikirin."