‘Birêxistinbûna jinan bersiva êrîşên dagirkeriyê ye’

Jinên ku li navçeya Amûdê beşdarî meşa 8’ê Adarê bûn, peyama ‘Birêxistinbûna jinan bersiva êrîşên dagirkeriyê ye’ dan.

Bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Kongra Star li navçeya Amûdê meşek organîze kir. Şêniyên ji Amûdê, endamên saziyên civaka sivîl û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) tevlî meşê bûn.

Meşê ji Qada Şehîd Cîhad a navenda navçeyê heta Qada Jina Azad dewam kir.

Alên Kongra Star, wêneyên cîgira Hevserokatiya Meclîsa Qamişloyê şehîd Rihan Amûdê (Leyman Şiwêş) û Hevseroka Meclîsa Qamişloyê şehîd Yusra Derwêş, şehîdên Komkujiya Helincê û pankartên bi nivîsên “Birêxistinbûna jinan bersiva êrîşên dagirkeriyê ye” û “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” hatin rakirin.

Jinan dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana YPJ’ê” berz kirin.

Li Qada Jina Azad li ser navê Kongra Star berdevka Rêveberiya Dibistanan a Amûdê Hena Xalid axivî û diyar kir ku jin ji gelek mafên xwe ji ber nêzîkatiyên bi zîhniyeta baviksalar mehrûm man.

Hena Xalid bal kişand ser hedefgirtina jinan û wiha got: “Armanca wan jî têkbirina têkoşîna jinan e, Kongra Star bi îdeolojiya azadiya jinan xwe bi rêxsitin dike, encamên xebatên wê jî di nava Şoreşa Rojava de derdikevin û vîna jinan pê xurt dibe.”

Meş bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.