Bi wesîleya 25'ê Mijdarê li Brukselê standa hevpar hat danîn
Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî, li Gare Central a Brukselê standeke hevpar hate danîn.
Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî, li Gare Central a Brukselê standeke hevpar hate danîn.
Rêxistinên jinan xwestin bi wesîleya rojê çalakiyê lidar bixin, lê belê polîsên Belçîkayê bi hinceta ku faşîstên Tirk wê bimeşin, çalakî betal kirin.
Li ser vê yekê, rêxistinên jinan çalakiyeke cuda pêk anîn. Yekîtiya Jinên Sosyalîst-Belçîka, Koma Jinê ya 8'ê Adarê û Enstîtuya Kurd bi hev re li Gare Central a Brukselê standek vekirin.
Yekîtiya Jinên Sosyalîst li vir daxuyaniyek da û diyar kir, şîdeta li jinê, ku di dema dawî de zêde bûye, ji dewlet û hikûmetan piştgiriyê dibîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ne tenê jin lazim e hemû bindest xwedî li 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî derkevin.
Hat ragihandin, Erdogan ê erdnîgariya Kurdistan û Tirkiyeyê veguherandiye qada şer, bi rengekî bê eman êrîşî her kesî dike, parlamenterên HDP'ê dîl girtiye, TV, radyo komele û rojname girtiye, koemleyên jinan, aktîvîsên jin, parlamenterên jin û hevşaredarên jin girtiye. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, ew ê li pêşberî vî dîktatorî bêdeng nemînin û her tim li qadan bin.
Jinan ji parlamenterên jin ên girtî û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag re qert şandin.