Bi saya Kurdî li jiyanê vegeriya
Afaf Heske jineke 30 salî ye. Zindî û hilberîner e. Afaf a gelekî ji Kurdî hez dike, hesinên zîndana di jiyana xwe de, bi destê xwe şikand.
Afaf Heske jineke 30 salî ye. Zindî û hilberîner e. Afaf a gelekî ji Kurdî hez dike, hesinên zîndana di jiyana xwe de, bi destê xwe şikand.
Afaf jineke ji xwe bawer e, ku îro mamostiya zimanê Kurdî û nivîskariyê dike. Lê bi têkoşîneke xurt xwe gihandiye roja îro.
Hîn gava nû ji dayik bû, malbatê soz da ku wê bi pismamê wê re bide zewicandin. Afaf li hemberî vê li ber xwe da û ji vê zewacê rizgar bû. Ji vê xelas bû, lê zewaceke din a gelekî ew pê êşan, kir. bi vî rengî qala wê pêvajoyê dike: "Dema ji dayik bûm, malbata min soz da ku min bi pismamê min re bide zewicandin. Lê belê, ji ber ku malbata min di salên 90'î de tevgera azadiyê ya Kurd nas kir, gelekî guherî. Lewma tehde li min nekir ku ez pê re bizewicim. Lê pismamê min ev qebûl nedikir. Bi qasî 10 salan timî zext li min dikir, ji bo pê re bizewicim.
Ji ber wî min nikarîbûm dibistana xwe biqedînim. Dema diçûm dibistanê derdiket pêşiya min û zext li min dikir. Ez neçar mam, di lîseyê de min dev ji dibistanê berda. Lê malbata min û hemû eşîrê destek dida min. Û kirin ku ew dev ji min berde. Min dixwest tevlî nava refên gerîla bibim, lê ji ber ku wê demê tenduristiya min nebaş bû, hevalan nexwestin ez tevlî bibim. Piştre kesê ez ê pê re bizewicim derket pêşiya min. Ez dîsa jî zêde dilxwaz nebûm. Lê malbata min got, 'tu zane, te pismamê xwe jî nexwest. Eger tu bizewice wê baştir be'. Û ev zewac çêbû."
'DERKET HOLÊ KU HEVSERÊ MIN ALKOL Û NARKOTÎK BI KAR DANÎ'
Afaf hê di 23 saliya xwe de zewicî û ev zewaca wê 4 mehan dewam kir. Afaf ev yek weke qederê dît û hewl da vê zewacê bidomîne. Lê belê dema pê hesiya ku hevserê wê narkotîk û alkolê bi kar tîne, biryar da vê zewacê biqedîne: "Piştî ku em zewicîn, hevserê min timî li min dixist. Nedihişt ez biçim malbata xwe bibînim an jî malbat were dîtina min. Min digot 'ev qedera min e' û min hewl da vê zewacê bidomînim. Lê kengî ez pê hesiyam ku hevserê min alkol û narkotîkê bi kar tîne, min biryar wî berdim. Ji ber ku ez ditirsiyam, narkotîk û alkolê bide min. Ev gelekî giran bû ji bo min.
Lewma, di demeke ku ew ne amade bû de ez çûm cem malbata xwe, min ji malbatê re tiştên bi serê min dikir got û ji wan re ragihand, ku êdî nikarim bi wî re bimînim. Malbata min destek da biryara min. Sal û nîvekê ji bo cihêbûnê pê re mijûl bûm. Ji hevserê min hebû ku 'çiqasî ev pêvajo dirêj bibe, dikarin dev ji vê rewşê berdin', lewma timî pere dida dadgehên rejîmê. Ji ber ku wî ev dikir, kekê min jî timî pere dida dadgehê, ji bo biryarê bide ku em ji hev cihê bibin."
'3 SALAN JI MALÊ DERNEKETIM'
Afaf bi desteka malbata xwe ji zîndana zewacê filitî, lê vê carê xwe bi xwe xist nava zîndakê. Ji ber vê zewaca demkurt, lê mîna îşkenceyê, derûniya wê têk çû û baweriya ji xwe winda kir. "Hem min nikarîbû li xwe bigirim bê çawa zewaceke bi vî rengî kirme, hem jî bi fikar bûm bê civak bi kîjan çavî li min dinêre. Afaf a berê çûbû, li şûna wê yeka nû hatibû. Eger ne mecbûr bûma, min nedixwest ji malê derkevim.
Yekane tişta ku min di wê demê de kir, nivîsandin bû. Min hemû îşkenceyên li min hat kirin, weke jinekê hest û nêrînên xwe nivîsand. Bi vî rengî min êşa nava xwe derdixist derve. Hemû nivîsên min êş û îsyan bûn. Di wê demê de malbata min û çend ji hevalên min ên zarokatiyê gelekî alîkarî dan min. Ji bo ji malê derkevin, bi tiştekî re ji mijûl bibim çi ji destê wan hat kirin. Gotin ku ev ev zewac ne qeder bû, ne rast e ku timî pê bêşe. Lê belê min dikir nekir nikarîbû xwe ji wê psîkolojiyê derxînim."
'BI XEBATÊN KURDÎ MIN JI NÛ VE DEST BI JIYANÊ KIR'
Kekê wê rêyek dît ku Afafê ji vê rewşê rizgar bike û ji nû ve li jiyanê vegerîne. Afaf ji zarokatiya xwe ve gelekî hez ji zimanê Kurdî dikir. Kekê wê mizgînî dayê ku Saziya Zimanê Kurdî vebûye û berê wê dide vî karî. Afaf ji bo vê demê dibêje: "Di sala 2011'an de gava şoreşa Sûriyeyê destpê kir, em Kurd jî bi pêşengiya PYD'ê rabûn serhildanê. Ez û malbata min jî tevlî vê bûn. Di demeke bi vî rengî de, rojekê kekê min hat malê û got, 'Mizgîniya min li te, tu ewqasî ji Kurdî hez dike. Saziya Zimanê Kurdî vebûye. Tu jî biçe û tevlî wan bibe.
Kekê min dizanîbû ez çiqasî ji Kurdî hez dikim. Tevî ku di dibistanê de ez gelekî serketî jî bûm, ji ber ku bi Kurdî daxivîm mamosteyan timî min ji dersê derdixistin. Tevî vê yekê jî bi israr min hewl dida bi Kurdî baxivim.
Tevî ku 3 salan ez ji malê dernetim jî, bê teredût çûm Saziya Zimanê Kurdî ya nû vebû. Li odeyeke biçûk, her kesên serî lê didan dihatin perwerdekirin. Me mehekê perwerde dîtin û piştre, ji ber ku em di pêvajoya şoreşê de ne, mamoste ji me re got ku divê êdî em biçin dibistanan û perwerdeyê bidin. Tevî ku em li dij derketin û me gotin ku hîn zûye jî, em li dibistanan belav bûn û me dest bi dayîna perwerdeyê kirin.
Di nava civakê de jî me li ser Kurdî dest bi lidarxistin civînan kir. Êdî wextê min nema ku li ser bûyerên bi serê min ve hatibûn bifikirim."
'MIN JI JINAN Û PIRTÛKÊN RÊBERTÎ HÊZ WERGIRT'
Di roja duyemîn a vî karî de Afaf tevlî xebatên Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava bû. Di nava vê demê de bi xurtî xebitî, gelek cihên cuda ziyaret kir û gelek jin nas kir. Afaf anî ziman ku di vê pêvajoyê de jinan gelekî destek dan wê û got, "Her wiha di vê demê de min timî dixwend. Min her tim pirtûkên Rêbertî dixwend. Bi taybetî nirxandinên Rêbertî yên li ser azadiya jinê gelekî hêz didan min. Her wiha min her tim dinivîsand."