BI DÎMEN

Bi ruhê berxwedana Bakur û Sêvêyan ber bi 8'ê Adarê ve

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîlayên YJA Star’ê der barê roja 8’ê Adarê de, nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin; “Emê 8’ê Adarê bi ruhê berxwedana Rojava û Bakurê Kurdistanê tacîdar bikin.”

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîlayên YJA Star’ê der barê roja 8’ê Adarê de, nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin; “Emê 8’ê Adarê bi ruhê berxwedana Rojava û Bakurê Kurdistanê tacîdar bikin.”

Di 8’ê Adara sala 1957’an de, jinên li New York ên di fabrîqan de dixebitin, ji bo ku mafê wan yê karkeriyê û maeşa wekhev bê dayîn dest bi çalakiyan dikin. Di encama van çalakiyên jinan de, 129 jin di fabrîkayê de tên şewitandin û jiyana xwe ji dest didin. Ev bûyer rê li ber gelek nerazîbûnên jinan vedike. Çalakiyên jinan di serî de li New York û li gelek welatan encam digrin. Jin gelek mafên xwe bi teqandina vê bûyerê re bi dest dixin. Di bin pêşengtiya têkoşîna Clara Zetkin û gelek tevgerên jinan a 10 salan ev roj tê bi destxistin. Lê bi rengekî fermî roja 8’ê Adarê di 17 Kanûna sala 1977’an de, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve weke roja jinên kedkar ên  cîhanê tê qebûlkirin û îlankirin.  

Di roja îro de, 8’ê Adarê bi rengekî herî xurt jinên Kurd’ bi têkoşîna gihandina ‘xwebûnê’xwedî lê derdikevin. Rêberê Gelê Kurd di axaftinên xwe de gelek caran li ser wate û girîngiya vê rojê sekiniye. Û di 8’ê Adara sala 1998’an de, “Îdeolojiya Rizgariya Jin” îlan dike. Jinên Kurd û tevgera wê xwedî li vê îlanê derdikevin û ji bo xwe dikin roja bilindkirina têkoşîn û berxwedanê. Gerîlayên ku ji ajansa me ANF’ê re axivîn behsa girîngiya 8’ê Adarê kirin û ji bo wan tê çi wateyê vegotin. 

“EM HEMÛ ROJAN BIKIN 8’Ê ADARÊ”

Jînda KURTAY: Ez roja jinên kedkar ên cîhanê li hemû jinan pîroz dikim û bi taybet li jinên îro li hemberî pergala desthilatdar serî radikin û di çeperan de şer dikin pîroz dikim. Di dîrokê de yên herî zêdê rastî bê mafî û şîdetê hatine jin in lê ya ku civakê li ser piyan digire jî jine. Ji ber wê rola jinê di civakê de, girîng e. Roja 8’ê Adarê ji bo jinê îro weke sembol hatiye diyar kirin. Lê, jin ne tenê di vê rojê de kedkar tê dîtin di hemû kêliyên jiyanê de xwedî ked e. Jin xwedî bawerî, vîn, hebû û nasname ne. Em weke jin pêwîste bi van rastiyên xwe serbilind bin. Pergala desthilatdar îro di şexsê DAIŞ’ê de şênber bûye. Zihniyeta DAIŞ a faşîzane ku xwe dispêre desthilatdaran di şexê jinên Şengalê de carek din xwe derxistiye holê. Em weke gerîlayên jin li serê çiya têdikoşin vê hovîtiyê qebûl nakin û di rastiya roja 8’ê Adarê de, em ê îspat bikin ku jin di fikir de azad e û xwedî rêxistine. Bi taybet îro li Bakurê Kurdistanê jî pêşengiya şoreşgê jin dike. Pêwîste em weke jin hîn zêde vê şoreşê mezin bikin. Ez di dawî de berxwedana jinan li Bakur silav dikim û dibêjim em hemû rojan bikin 8’ê Adarê.

“WÊ EV BERXWEDAN JI BO ME HER TIM BIBE RÊYA AZADÎ Û BERXWEDANÊ”

Ararat BÊRÎTAN: Meha Adarê bi giştî ji bo me meheke girîng e, ji ber 8’ê Adarê, Newroz û her wiha weke meha şehîdên pêşeng e. Dibe ku 8’ê Adarê ji bo jinan weke rojek taybet hatiye bi nav kirin, lê ji bo me herikandina hemû rojên jiyanê weke rojên jinan e. Ew jinên ku hatin şewitandin û bi agirê bedenen xwe ew agirê bilind kirin, di roja îro de, ji bo me weke ronahiya azadiyê’ne. Helwesta wan jinan weke destnîşankirina azadiyê ye. Berxwedana di wê demê de, hate nîşandan îro jî berdewam dike. Îro jî di serî de, li Bakurê Kurdistanê û li her cihî li hember her cureya zilm û şidetê jin di refên herî pêş de, li ber xwe didin. Vê berxwedanê bi moral û xwesteka azadiyê dikin. Ev rastî di şerê li Kobanê, Şengalê, Sûr û Cizîrê de, careke din derket holê. Wê ev berxwedan ji bo me her tim bibe rêya azadî û berxwedanê. Ez di dawiyê de vê rojê li Rêber APO û hemû jinên cîhanê pîroz dikim û dibêjim wê têkoşîna me berdewam bike. 

“BI PKK’Ê RE JINA KURD ÇAVÊN XWE VEKIR”

Bêrîtan ÇIYA: Ez di serî de vê rojê li hemû şehîdan û jinan pîroz dikim. Zihniyeta ku wê demê ew jin şewitandin îro jî heman zihniyet bi şêwazên cuda û hovane li ser jin berdewame. Politikayên hemû dewletan li beramberî jin wekhev e. Jina ku ji aliyê zilam ve hatibû kolekirin îro bi rêxistineke xurt di nava serîrakirinekê daye. Di nava têkoşîneke mezin daye. Di rastiya xwezaya jinê de pejirandina bindestiyê ti carî çênebûye û di her dema dîrokê de, bi serhildanan nerazîbûnên xwe destnîşan kirine. Di tevgera mede ev têkoşîn xwe gîhandiye lûtkeyan. Bi PKK’ê re jina Kurd çavên xwe vekir û baweriya bi xwe qezenc kir û roja îro ev rastî ji aliyê civaka Kurd û hemû kesî ve hatiye qebûlkirin ne mumkun e ji nedîtîve bê dîtin. Dewleta Tirk şerê îro li Bakurê Kurdistanê hemberî gelê me daye destpêkirin şerê teslîm girtinê ye. Lê di serî de dayîkên me, keçên Kurd û hemû gelê me rêya berxwedanê pejirandin e. Ev xeta berxwedanê ji Bêrîtan, Zîlan’an destpêkir û heya Arîn, Sêvê û şehîdên vê dawî li Bakur berdewam dike. Rêber APO ji xwe roja 8’ê Adarê wiha pênase dike û dibêje ‘netê rojek pêwîste hemû roj diyarî  jinan bêne kirin’. Em di wê baweriyê dane wê hemû roj bi bilildkirina têkoşîna jinan bên bi destxistin.        

“EV ROJ ROJA HESAP PIRSÎNÊ YE”

Delîla ARARAT: Ez roja 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Ev roj ji bo hemû jinan bi nirx û pîroz e. Ev roj roja hesap pirsînê ye. Pêwîste jinên Kurd, Ereb, Êzidî, Ermenî, Sûryanî bibin yek û rêxistina xwe ava bikin jibo azadiya xwe bi dest bixin. Ji bo hemû jinên cîhanê riya azadiyê di yekbûnê re derbas dibe. Riya Berxwedaniyê bi yekîtiya jinan wê misorger bibe. Ji bo ez dibêjim lazime hemû jin bi hevre li berxwe bidin welatên xwe xwe azad bikin. Pêwîste jin jiyana bê rêxistin û ji rêzê qebûl neke û li dijî bê mafiya li ser wê tê jiyan kirin derkeve. Ez dawî de bang li hemû jinan dikim bila werin û cihê xwe di nav têkoşînê bigrin.” 

“EM Ê TOLA GELÊ XWE HILÎNIN”

Dîren CÛDÎ: Roja 8’ê Adarê ne tenê di warên hestan de, ji bo me gerîla û hemû jinan rojeke dîrokî ye. Ez vê rojê ji dil li hemû jinên îro li Şengal û rojava û Bakur li ber xwe didin,  welat û rûmeta xwe diparêzin, li jinên pêşengtiya şoreşê dikin pîroz dikim. Bila her kes bizanibe em weke gerîlayên jin her tim li pişt wan in. Emê tola wehşeta dewleta Tirk li ser gel û jinan dide meşandin hilînin. Û emê heta dilopekî xwîn di canê meda hebê jî li berxwe bidin û parastina hemû jinan bikin. Bila her kes bizanibe em tucarî bedela ku jin îro dide ji bîrnakin. Emê bi ruhê 8’ê Adarê mafê jinan heya dawî biparêzin. 

“EZ DI WÊ BAWERIYÊ DE ME JINÊN DI DESTÊ DAIŞ'Ê DE NE WÊ DI DEMEKE NÊZ DE BÊN RIZGARKIRIN”

Vînar KAVROJ ŞENGAL: Ez hatina 8’ê Adarê hatina kulîk û bihareke xweş roja sembola jinan 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Û bi taybet vê rojê li dayikên îro li Bakurê Kurdistanê li ber xwe didin pîroz dikim. Ez ji bo wan serketinê dixwazim û berxwedana wan silav dikim. Her wiha ez vê rojê li jinên Şengalê yên îro di destê DAIŞ'ê de ne pîroz dikim. Ez di wê baweriyê de me wê di demeke nêz de ji destê DAIŞ'ê bên rizgarkirin. Çawa jinan 8’ê Adarê bi serî rakirina hemberî bê mafiyê bi dest xistin, pêwîste em jî heya dawiya rêya wan jinan ji bo xwe bikin bingeh û têkoşîna xwe bê navber berdewam bikin.”

...