'Bi rêxistinbûyînê re em dikarin pêşî li qelen bigirin'
Navenda Jivana Jinê UTAMARA, di çarçoveya kampanya xwe ya bi navê 'Jin jiyan e, jiyan tê firotin? Ji qelen re na' de, semînerek lidar xist.
Navenda Jivana Jinê UTAMARA, di çarçoveya kampanya xwe ya bi navê 'Jin jiyan e, jiyan tê firotin? Ji qelen re na' de, semînerek lidar xist.
Navenda Jivana Jinê UTAMARA ya li bajarokê Wînsen-Lûhe yê Elmanyayê ye, di çarçoveya kampanya xwe ya bi navê 'Jin jiyan e, jiyan tê firotin? Ji qelen re na' de, semînerek lidar xist.
Semînera ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hat lidarxistin, bi beşdariya gelek jinan pêk hat. Di axaftinên li semînerê de hat ragihandin ku qelenê ku jinê mîna metayekê nîşan dide, ji aliyê esasî ve şêweyeke şîdetê ye.
Nûmera UTAMARA Amara Guneş weke qiseker beşdarî semînerê bû û anî ziman ku saziya wan, ji bo mexdûrên şîdet, zor, zewaca bi zorê û di temenê biçûk de, weke navendeke şêwirmendiyê ye.
Guneş got, "Di zewacê de ya girîng; avakirina malbateke demokratîk e ku ne li dijî nirxên însanî û jiyana hevpar be û mêr şîdetê li jinê neke" û destnîşan kir ku divê qîmetê jinê ti carî bi pere yê vegotin.
Guneş di dewama axaftina xwe de diyar kir ku qelen û mejiyê DAIŞ'ê yê ku jinan li bazaran difiroş e, weke hev e û got, "Her kesê qelen dide yan jî qelen distîne, hem zîhniyeta DAIŞ'ê rewa dike, hem jî vê zîhniyeta paşverû li derdorê belav dike."
Li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbîn Elîf Ormangoren jî da xuyakirin ku qelen bi sedan salan e ji Parzemîna Afrîkayê heta Hîndîstan, Tirkiye û Kurdistanê her heye û anî ziman ku zilam her tim qelen tîne bîra jinê û bi vî rengî weke şîdeteke psîkolojîk li hemberî jinê bi kar tîne.
Organgoren da xuyakirin, ku bi teşhîrkirina qelen û binpêkirina vê feraseta baviksalariyê re divê ew xwe li her derê bi rêxistin bikin û anî ziman ku bi birêxistinkirina jinê re pêşî li pêkanîn û vê ferasetê dikare were girtin.
Ji nûnerên Meclîsa Jinê ya Rojbîn Zîlan Dêrsim jî bibîr xist ku di 25'ê Mijdarê Roja 'Ji şîdeta li hemberî jinê re na' de, wê saet di 17:00 de bi beşdariya gelek saziyên jinan li Hachmannplatz a Hambûrgê meşekê lidar bixin. Dêrsim da xuyakirin ku weke meclîsa jinê, ji niha û pê ve ji bo xwegihandina hemû jinan ew ê giraniyê bidin xebatên taxan.