'Bi hezaran şervanên azadiyê îro bersivê didin dengê Bêrîtanê'

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê: Bi hezaran şervanên azadiyê îro li çiya û bajarên Kurdistanê, bersivê didin dengê fermandara xwe Bêrîtan a li kendalan deng veda.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 24. a şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de, di şexsê fermandara efsanewî ya artêşbûyîna jinê Bêrîtan de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn û afirînerê artêşa azadiyê ya jinê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezkirin û rêzdarî hat silavkirin.

Fermandariyê bibîr xist, ku gelê Kurd ê ku hebûna xwe timî bi berxwedanê parast, dest ji her tiştî berde jî ti carî dest ji rûmeta xwe bernedaye û wiha dewam kir: "Li dijî her şêwe zext û zilmê, her tim li ber xwe daye. yek ji mezintirîn sembolên berxwedanê jî hevrêya Bêrîtan e, ku beriya niha bi bîst û çar salan, li ser zinarekî manîfestoya berxwedanê nivîsand û pêşengî ji artêşbûna jinê kir."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku Bêrîtan bîr û hiş e û hat gotin, "Ew bîra azadiya jinê ye. Besê ye, Zarîfe ye, Dersîm e, Agirî ye... Li dijî zordaran, li dijî yên dibêjin 'dest ji rûmeta xwe, însaniyeta xwe, Kurdbûna xwe berde' besiva herî tûj û dijwar e."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê da zanîn, ku meha Cotmehê ji bo wan gelekî bi wate ye û bibîr xist, ku di vê mehê de bi sedan hevrê tevlî karwanê nemiran bûne. Fermandarê destnîşan kir, ku mîna Meryeman, Rotîndayan, Gûrbetelliyan, Arînan, Çîçekan û Devrîman bi hezaran keçên Kurd weke afirînerên têkoşîneke bêhempa navên xwe li dîrokê nivîsandine.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Dijminê ku li pêşberî têkoşîna bi heybet a jinên Kurd tirsiya ye û bêçare ma ye, vê bêçaretiya xwe vediguherîne bêperwatiyê, li gelek cihên Kurdistanê komkujiyan dike û bi vî rengî hewl dide xwe bi hêz nîşan bide. Dewleta Tirk a ku di Pêngava Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk a 2015'an de bi ti awayî nekarî xwe li vîna gelê Kurd rabigire, piştî Hewldana Darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, darbe ji bo xwe bi kar anî, hewl da civakê manîpule bike û hemû hewldanên xwe yên faşîst mafdar nîşan bide. Hikûmeta AKP/Qesrê gav bi gav hewl dide teoriya xwe ya yek ziman, yek netewe, yek, dewlet û yek şexsî bixe meriyetê û hêzên navneteweyî yên dîtin ku armancên vê hikûmetê çiqasî xetere ne, dest bi girtina tedbîran kirin. Ev krîza ku bi Operasyona Mûsilê re bêhtir şênber bû, nîşaneya nêzîkbûna têkçûna dewleta AKP/Qesrê ye. Dewleta Tirk, ji bo xwe mafdar nîşan bide her carê tevgera me ya azadiyê dike bahane. Lê vê carê ev lîstika wê bi kêr nayê. Ji ber ku tevgera me ya azadiyê, bi şerê xwe yê heqîqetê re mafdariya xwe li tevahiya cîhanê îspat kiriye û nîşan daye ku şerê dimeşîne şerekî rewa ye li ser bingeha azadiyê."

Fermandariyê da xuyakirin, ku yek ji hêzên bingehîn ên vî şerê rewa YJA Star e û destnîşan kir, ku YJA Star artêşeke jiyana azad e ku ji aliyê bi hezaran jinên dildarên azadiyê yên mîna hevrê Bêrîtan ve hatiye avakirin.

Fermandariyê diyar kir, ev artêşa jiyana azad a Bêrîtan, îro ji Cizîrê heta Zagrosan, ji Sûrê heta Kobanê, ji Silopiyayê heta Kerkûkê, ji Geverê heta Merîwanê xelekek azadiyê ava kiriye û got, "Ev xelaka azadiyê wê her tim bibe gagrantiya azadiyê ya gelê Kurd."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "YJA Starê weke artêş gerîlayên jin, li ser bingeha pêngava xwe ya şoreşgerî, li dijî zîhniyeta qetlîamker a hikûmeta AKP'ê û artêşa wê, li dijî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê, ji bo em azadiya xwe misoger bikin, me rêxistinbûyîna xwe ya xweser berfireh kir. Weke artêşa jinê, me bi çalakiyên xwe hesab ji hikûmet û artêşa AKP'ê pirsîn û em ê hê bipirsin."

Fermandariyê da xuyakirin, ku di nava refên têkoşîna azadiyê de îro bi hezaran şopdarên Bêrîtan di bin sîwana YJA Starê de cih digirin û got, "Bi hezaran şervanên azadiyê îro li çiya û bajarên Kurdistanê, bersivê didin dengê fermandara xwe Bêrîtan a li kendalan deng veda. Em van şehîdên xwe, ku em şopdarên wan e, careke din bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û soz didin ku weke artêşeke parastina jinan em ê xwe hê bêhtir bi rêxistin bikin, ala azadiyê ya Bêrîtan û Devrîman her li ba bidin."