Bi hezaran kesî li Parîsê got: Qetlîamê ronî bikin

Di salvegera 7’an a qetlîama Parîsê ku yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîs Fîdan dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez şehîd bûbûn ji bo bê ronîkirin meş û mîtîngek bi heybet hate kirin.

Ji bo salvegera 7’an a qetilkirina yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîs Fîdan dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, li ser bagna Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) û CDK-F meşeke mezin hate organîzekirin. Bi hezana kesên ji Elmanya, Fransa, Swîsre, Hollanda û Belçîkayê kom bûn bi dirûşmên ‘Êdî ji bê cezatiya 7 salî re bese’ qetlîam protesto kirin. Meş bi tevlîbûna Kurdan û dostên wan saet 11:00’ê ji Gare du Nordê destpê kir û heta Qada Repûblîqûeyê dom kir. Li vir meş veguherî mîtîngekê.

Di rêzên pêş ên meşê de pankarta bi nivîsa ‘Êdî ji bê cezatiya 7 salî re bese’, li gel wêneyên şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin.

Her wiha li pey wan xizmên Cansiz, Dogan û Şaylemez dîsa siyasetmedarên Fransî Jean-Lûce Melanchon, Pascal Torre, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyir Aydar, Hevserokên KCDK-E Fatoş Goksûngur û Yuksel Koç, nûnerên TJK-E, gelek nûnerên saziyên Kurd, Fransa, Tirkiye û Tamîliyan jî cihê xwe girt.

Di meşa saetekê dom kir de bê navber dirûşmên li dijî Tirkiye û Erdogan hatin qîrkirin, her wiha polîtîkaya bêdeng a Fransa jî hate rexnekirin.

 ‘TIŞTA JI DESTÊ ME BÊ EM Ê BIKIN’

Piştî meşê li Qada Repûbîqûe mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de Hevserokên CDK-F Remziye Demîrcî û Lokman Kanar axivîn. Hevseroka ev peyam da: “Em gelê Kurd û jinên Kurd bê bêedaletiyê qebûl nakin. Em edaletekî rasteqîn dixwazin. Kê pêşengtî ji vê qetlîamê re kir? Daxwaz dikin ku Fransa vê zelal bike. Em li dijî vê bêedaletiyê têdikoşin. Ji bo berpirsên Sara, Rojbîn û Ronahî bên derezandin tişta ji destê me bê em ê bikin.”

LI DIJÎ FRANSA NERAZÎBÛN HEBÛ

Li ser navê TJK-E Yildiz Fîlîmcî jî got: “Ev qetlîam weke parçeyek ji dagirkeriya Tirkiye û Erdogan e. Fransa berpirsyariya xwe ya ji bo pêkanîna edaletê bi cih neanî.”

‘OCALAN AZAD BIKIN’

Bavê Fîdan Dogan Hasan Dogan jî got: “Ez bavê Rojbîn û hevrêyê Sakîne me, apê Leyla me. Qetlîamê lenet dikin. Em Kurd bibin yek, dest bidin hev û Rêberê xwe Ocalan ji Îmraliyê rizgar bikin.”

‘TÊKOŞÎNA WAN BI MILYONAN KES DIKIN’

Bavê Leyla Şaylemez Cûmalî  Şaylemez jî ev got: “Her çendî dilê me jî bi şewite serê me bi şehîdên me bilind e. Ew îro li vir in. Ew bûne  bi milhonan û diherikin qadan. Têkoşîna wan dewr girtine. Her çendî dilê gelê Kurd biêşe jî, têkoşîna wan tim dewam kiriye. Bi salan in têkoşîna wan li çiyan, kolanan û her derê tê kirin. Her sal li Parîs û gelek deveran xwedî li wan derdikevin. Em hemû malbatin.”

KARTAL: MEŞA EDALETÊ 7 SAL IN BÊNAVBER DIDOME

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal diyar kir ku meşa edaletê ya gelê Kurd 7 sal in didome û got: “Ew pêşengên têkoşîna me û têkoşîna jinên Kurd bûn. Heta ku heqîqeta wan derkeve holê wê ev têkoşîn bidome. 7 sal in gelê Kurd, jinên Kurd û jinên Fransayê vê dozê dişopînin lê tu pêşketin tune. Em bang li edaleta Fransayê dikin, wê têkoşîna gelê Kurd tu carî vê encamê qebûl neke. Em dixwazin kujerên 3 hevalên me yên jin derkeve holê. Gelê Kurdistanê wê vê dozê bişopîne.

Dewleta Tirk û piştgirên wê sala borî di salvegera komployê de êrîşî Rojava kir lê berxwedaneke dîrokî hate nîşandan. Îro jî li Efrîn û Serêkaniyê berxwedan didome. Qetlîama Parîsê têkiliya xwe bi êrîşên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Kobanê heye. Di sala 2020’an de li hemberî dîktatoriya Erdogan em ê têkoşîna xwe geş bikin. Ji xeynî azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd em ê bi tu awayî nesekinin.”

‘NAVNÎŞANA CÎNAYETÊ DIYAR E’

Li ser navê Tevgera Berxwedêr Matîlda Panot jî diyar kir ku 7 sal ji ser qetilkirina 3 jinên Kurd derbas bûye lê hê jî ev cînayet nehatiye zelalkirin. Panot got ku “Kurd li Rojhilata Navîn hevkarên me ne. Ew sembola aştî û demokrasiyê ne. Ev cînayet qirkirina li ser jinan e. Navnîşana cînayetê diyar e. Hemû delîl berê me dide ser MÎT’a Tirkan.”

‘DIVÊ QEDEXEKIRINA PKKÊ WERE RAKIRIN’

Li ser navê Antî Kapîtalîstan Olîver Besanconet jî diyar kir ku Kurdan berdêla demokrasî û azadiyê dane û got ku “Qetlîama Parîsê parçeyekî vî tiştî ye. Têkoşîna gelê Kurd têkoşîna me ye. Ji bo ku edalet pêk were beriya her tiştî divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin. Li vê derê grevek heye. Em li we dinihêrin û têkoşîna xwe geş dikin. Hûn hêzê didin me.”

Mîtîng bi stranên Hozan Comerd, Farqîn Azad, Diyar Mahrovî û Menalê bi dawî bû.