Li Parîsê bi hezaran kesan dest bi meşê kirin

Li Parîsê li hemberî qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd bi hezaran kesan ji Qada Gare du Nord’ê ber bi Qada Republiqueyê dest bi meşê kirin.

Yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez di salvegera 7’emîn a qetilkirina wan de hatin bibîranîn.

Ji gelek welatên Ewropayê Kurd û dostên wan hatin Parîsê û ji Gare du Nordê ber bi Qada Republiqueyê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar, Hevserokên KCDK-E’yê Yuksel Koç û Fatoş Goksungur jî tevlî meşê bûn.

Di meşê de sloganên ‘Erdoganê qatil’ hate berzkirin û bêdengiya dewleta Fransayê bi tundî hate şermezarkirin. Piştî meşa bi saetekê wê li Qada Repûblîqûeyê mîtîngek were lidarxistin. Tê payîn ku gelek siyasetmedarên Kurd û Fransiz di mîtîngê de biaxivin.