Kurd û dostên wan herikîn Parîsê: Ji 7 salên bêcezayê re bese!

Kurd û dostên wan li dijî qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd herikîn Parîsê.

Ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, ev hefteyeke çalakî tên lidarxistin. Çalakî û bîranînên îsal bi dirûşmeya “Êdi ji 7 Salên Bêcezaê re Bes e” tên organîzekirin.

Çalakiya herî qelebalix ya ku ji aliyê TJK-E ve tê organîzekirin îro li Parîsê bi meşê des tpê kir. Meş saet 11:00’an li Gare Du Nord destpê kir û wê li Qada Rebûplîqûe bi mîtîngê bidawî bibe.

Bi hezaran kesên ku piranî jin û ciwan in serî de ji Elmanya, Swîsre, Fransa, Belçîka, Hollanda, Ewûstûrya û Îngîltre bi otobus, tren û wesayîten taybet herikîn Parîsê. Di meşê de girseya gel li cem pankart û dovîzan, wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hildan bi dirûşmeyan dewleta Tirk û hikûmeta Fransa protesto dikin.

KURD LI EDALETÊ DIGERIN

Tevî ku bi belgeyan derket holê qetlîam ji aliyê MÎT’a Tirk ve hate kirin, ti hewldaneke nehate kirin. Kurdistanî nerazîbûn nîşan didin û bi meşa îro re daxwaza hiqûq û edaletê nû dikin.

Li gel Kurdan gelek Fransî ji beşdarî meşê bûne. Gelek nûnerên partiyên ku li Parîsê xebatan dikin beşdarî meşê bûne û peyamên piştevaniya bi gelê Kurd re didin.

Li Gare Du Nordê bi hezaran kes kom bûne û bê navber bi dirûşmeyan dixwazin ku komkujî were ronîkirin.