Bi hezaran jin li Silopiyayê li hev civiyan

Bi hezaran jin li Silopiyaya Sêvê, Pakîze û Fatma lê hatin qetilkirin, li hev civiyan. Mîtînga 8'ê Adarê bi qîrîna dirûşma "Jin jiyan azadî" destpê kir.

Çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, ku bi şiyara "Ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe li ber xwe didin" tên lidarxistin, li navçeya Şirnex Silopiyayê destpê kirin.

Jinên ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatin, ji bo bîranîna endamên KJA'yê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar û ji bo silavkirina berxwedanê, li Silopiyayê li hev civiyan. Jin bi şiyara "Li diyarê Sêvêyan, Pakîzeyan û Fatmayan, em xwedî li jin û zarokên hatine qetilkirin derdikevin" bi rê ketin. Tevî hemû astengiyan jî jinan xwe gihandin Silopiyayê û dest bi mîtîngê kirin.

Li mîtîngê dirûşma "Jin jiyan azadî" tê qîrîn. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji beşdaran re diaxive.