Bi hezaran jin li Qada Seyîd Riza ne

Bi hezaran jin li Qada Seyîd Riza ne

Jinên ku ji bo mitînga 8’ê Adarê j 11 bajaran hatine Dêrsimê  bi slogana “Sakîne, Leyla, Fîdan di nava me de ne” ketin qada mitîngê.

Beriya mitînga 8’ê Adarê ya fînalê ku bi şîara “Ji Rosayan heya Sakîneyan, rêya we rêya me ye, soza we soza me ye” û “Em dê rêxistin bibin û berxwe bidin, berxwe bidin Û qezenc bikin” ji aliyê Platforma Jinên Dêrsimê ve biboneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê li Dêrsimê li Qada Seyîd Riza pêk bê, bi hezaran jinên ku bi sedan wesayîtên ji Şirnex, Sêrt, Êlih, Amed, Elazix, Çewlik, Riha, Mêrdîn û Mûşê hatîn di demjimêrên serê sibehê de hatin Dêrsimê. Dayîkên Roboskiyê jî ji bo tevlî mitîngê bibin sibehê zû hatin Dêrsimê. Jinên ku ji dervey bajar hatin, li Bazara bin erd, ber Şaredariya Dêrsimê û Qada Seyîd Riza kombûn. Li ser stranên dibêjin govend girêdane û xwe ji bo mitîngê amade dikin.

Bi hezaran jinên ku li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê kombûyîn, ber bi Qada Seyîd Riza ya mitîngê ve meşiyan. Di meşê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez heyî û pankartên li ser “Guleyên berdane, li aştiyê xistine”, “Destên dirêjî aştiyê dibin bila bişkên, bila kujer bêne dîtin.” û “Em dê xwe rêxistin bikin û berxwe bidin, em dê berxwe bidin û tekoşîna jinê bilind bikin, soza we soza me ye, rêya we rêya me ye” hilgirtin. Di meşê de dowîzên “Dest nede bedena min”, “Sakîne, Leyla, Fîdan di nava me de ne”, “Em aştiyê dixwazin”, “Dawî li operasyonên leşkerî bînin”, “Ji Qirkirina jinan re na”, “dest nede vîna min”, hemû jinan bi yek dengî sloganên “Rêheval Sakîne bêmirine”, “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “PKK gele gel livire”, “Dêrsim ne raze li şehîdê xwe xwedî derkeve” û “Jin jiyan azadî “ hatin qîrîn. Jinên Dêrsimî bi cilên xwe yên herêmî li pêşiya meşê cih girtin. Meşa ku nÛnerên rêxistinên cûda yên jina jî tevlîbûn; Hevseroka KCD Aysel Tûglûk, Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan û bi hezaran jin tevlîbÛn.

Bi hezaran jin bi slogana ketin Qada Seyîd Riza ya mitîng lê were kirin.