Besê Erzîncan: Zîlan, eşqa jiyana watedar e

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan, di salvegera 20. a çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) de got, Zîlan jiyîna jiyana watedar a bi eşqê ye.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan, bi wesîleya 20. salvegera çalakiya fedayî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) ji ANF'ê re axivî.

Erzîncan da xuyakirin, ku çalakiya fedaî ya Zîlan a sala 1996'an, ji bo 'jiyaneke mezin û watedar' bû û got, "Di roja îro de li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê, divê sekna Zîlan bêhtir bi xurtî were fêmkirin. Pêngava zanebûn a ferseke ji zayend, gel û baweriya bûye hedefa qirkirinê, ancax bi vê vîn û mezinahiyê bibûya. Ev yek hêrs û tolhildana bi heybet a mirovên mafên wan ên jiyanê hatiye talankirin e."

Erzîncan destnîşan kir, ku Zîlan navê lêgerîna li heqîqetê ye û got, "Navê dilsoziya bi jiyanê, ji nû ve afirandina jiyanê ye. Hevala Zîlan Xwedawenda azadiyê bû, ku heqîqetên di şexsê Rêberê me de derketin holê diparast û di kesayetiya xwe de temsîl dikir."

BERSIVA LI SÛÎQESTÊ

Erzîncan da zanîn, sedema sereke ya çalakiya Zîlan, sûîqesta 6'ê Gulanê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û ragihand, wê bi çalakiya xwe ve bersiv daye vê sûîqestê. Besê Erzîncan got, "Êrîşa li hemberî Rêberê me, êrîşa li dijî daxwaza azadiyê ya gelê Kurd, jinan û bindestan bû...Hevrê Zeynep Kinaci ji eşqa heqîqî ya Rêbertî bawer kiribû. Hestên wê yên ji bo jiyana nû, wekhev û azad, bûbû sedem ku heqîqetên jiyanê bi kûrahî û rast fêm bike."

EM XWE BI RÊXISTIN BIKIN

Erzîncan got, "Çalakiya hevala Zîlan jin û ciavka me hişyar kiriye, hejandiye" û axaftina xwe wiha dwam kir: "Em yek bi tenê jî bimînin, eger em nirxên xwe li ser bingeheke rast bi rêxistin bikin û ava bikin, li qadên siyasî, civakî, aborî, çandî, çapemenî û xweparastinê dikarin derbên xurt li dijmin bixin. Ya girîng ew e ku mirov armancên xwe zelal bikin û bibin xwedî îdîa. Rêya xwegihandina armancê, ji sedî sed peyda dibin. Mirovên mafên wan ên jiyanê ji dest ahtine girtin, bi salan di bin zexta qirkirinê de hatine ragiritn, nabe ku bi rengekî ji rêzê bijîn û tevbigerin. Berevajî, divê hiş û bîra van mirovan gelekî zindî be. Jİ ber ku ji bîrkirin xiyanet e. Helwesta xemsar a li pêşberî qewimînan, xiyanet e."

BERXWEDAN Û AVAKIRIN

Erzîncan di dawiya axaftina xwe de got, "Ya ku dijmin li her qada jiyanê li ser me ferz dike asîmîlasyon, înkar, tinekirin, bênasmebûn, qedexeya ziman, koçberî, şewitandin û xerakirina malên me, bêkarî, xizanî û polîtîkaya kolekirinê ye. Bersiva ku gelên bindest, jin û komên mezhebî yên mafên wan tên binpêkirin ew e, li her deverê li ber xwe bidin û jiyanê bi rengekî watedar ji nû ve ava bikin. Lê beriya her tiştî ji sedî sed berxwedan divê. Hevala Zîlan sembola berxwedan û jiyana azad e. Hêzên demokrasî, azadiyê, Kurd, jin, Elewî û hemû bindest ancax bi berxwedanê dikarin kesayetî û rûmeta xwe biparêzin. Bi vî rengî dikarin layiqî hevala Zîlan û hemû şehîdan bibin."

...