‘Berxwedan heye’
40 jinên xwestin bersivê bidin komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê tevlî YPJ’ê bûn.
40 jinên xwestin bersivê bidin komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê tevlî YPJ’ê bûn.
40 jinên xwestin bersivê bidin komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê tevlî YPJ’ê bûn.
Çeteyên DAIŞ’ê bi êrîşa 25’ê Hezîranê ya li hember Kobanê bi sedan sivîl qetil kirin. Piştî komkujiyê 40 jin tevlî nav refên YPJ’ê bûn.
Ji namzetên şervanan Berçem Hogir, Jiyan Kobanê û Avaşîn Kobanê yên li Akademiya Perwerdeyê ya YPJ’ê tevlî perwerdeyê dibin anîn ziman ku berevajî ya dihat armanckirin biryardariya wan a têkoşînê hê mezintir bûye.
BIRYARDARIYA ME MEZIN BÛ
Avaşîn Kobanê, diyar kir ku piştî komkujiyê biryara tevlîbûna nav refên YPG’ê daye û got: "Çeteya DAIŞ’ê xwest bi vê komkujiyê re gel biçewisîne û biryardariya wan a têkoşînê tine bike. Ev jî bi hedefgirtina jinê kirin. Em jî wek jin hem ji bo tolgirtinê û hem jî ji bo li ser navê biryardariya hê zêdetir, me cihê xwe di nav YPJ’ê de girt.”
Avaşîn Kobanê da xuyakirin ku piştî komkujiyê bavê wê jî di nav hêzên xweparastinê de cih girtiye û du birayen wê jî di nav refên YPG’ê de ne. Kobanê got: “Em ji DAIŞ netirsiyan berevajî hêrsa me mezintir bû. Ji niha û şûn ve jî heta dawiyê ez ê li ber xwe bidim. Ez ê berpirsyartiya xwe ya li hember gel û hevalên xwe bînim cih. Bersiva min a li hember komkujiyê tolgirtina ji DAIŞ’ê û heta dawiyê parastina gelê xwe ye.”
‘WÊ HESAB BIDIN’
Jiyan Kobanê ya rojek piştî komkujiyê tevlî YPJ’ê bû jî da zanîn ku di komkujiyê de xizmê xwe winda kiriye û got, “Ji komkujiyê natirsim û qet nafikirim ku li hemberî komkujiyê paşde gavan bavêjim. Komkujiya li hemberî gelê me pêk hat, li gel me hê zêdetir xwesteka têkoşînê û berpirsyariya parastina gelê me ava kir. Me bajarê xwe neterikand. Me ji bo hê bilindkirina têkoşînê cihê xwe di nava refên YPJ’ê de girt.” Jiyan Kobanê diyar kir ku dixwaze di zûtirîn demê de perwerdeya xwe biqedîne, di eniya pêş a şer de cihê xwe bigire û wiha dewam kir: “Ez dixwazim ji hemûyan yek bi yek hesap bixwazim. DAIŞ wê hesabê komkujiyên li ser gelê me bide.”
‘JI GIRÊ SPÎ TEVLÎ BÛ’
Berçem Hogir jî yek ji jinên ku piştî komkujiyê tevlî YPJ’ê bûye. Hogir demeke kurt piştî komkujiyê ji Girê Spî ya azad bûye hatiye û tevlî YPJ’ê bûye. Hogir ragihand ku dema komkujî bihîstiye di tarîfkirina tiştên pêre rû bi rû hatiye de zehmetî kişandiye. Hogir wiha dewam kir, “Mîna ku xwîna min tevizî, bi rojan fikirîm, ez fikirîm ku eger em li hemberî tiştên li Kobanê li ser gelê me hatine kirin bêdeng bimînin wê di qadên din de jî pêk bên û min biryar da ku cihê min nava refên YPJ’ê de ye.”
‘SEDEMA BERXWEDANÊ YE’
Berçem Kobanê bibîr xist ku zarokên yek salî û jin jî hatine qetilkirin û hedefgirtina DAIŞ’ê ya jinan jî di biryara wê de bi bandor bû. Berçem Kobanê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li hemberî DAIŞ’ê tirs, serî tewandin nîne, her êrîş ji bo me û gelê me sedema bilindkirina têkoşîn û berxwedanê ye. Li hemberî çeteyên DAIŞ’ê dixwazim di zûtirîn demê de cihê xwe di eniya pêş de bigirim û hesabê komkujiyan bipirsim.”