‘Berpirsê Qetlîamê AKP’e ye’
Heyeta HDP’ê û Dayikên Aştiyê li cihê ku Qetlîama Dîlokê pêk hat daxuyanî da, qûrnefîl ji bo bîranînê danîn, diyar kirin ku berpirsê qetlîamê AKP’e ye.
Heyeta HDP’ê û Dayikên Aştiyê li cihê ku Qetlîama Dîlokê pêk hat daxuyanî da, qûrnefîl ji bo bîranînê danîn, diyar kirin ku berpirsê qetlîamê AKP’e ye.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Dayikên Aştiyê li cihê ku li Dîlokê çeteyên DAÎŞ’ê bi êrîşek bombeya zindî 54 kes qetil kirin, daxuyanî dan.
Berdevka Koma Jinê ya HDP’ê Besîme Konca, Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel tevlî bîranînê bûn.
Ji Dayikên Aştiyê Habîbe Tişkaya qetlîam lenet kir, got ev bombe li dijî tevahî Kurdan hatiye teqandin û wiha axivî; “Wek Dayikên Aştiyê, em ê destûra provakasyonan nedin.”
Berdevka Koma Jinê ya HDP’ê Besîme Konca jî got êrîşa herî mezin, qetlîama herî mezin li Dîlokê pêk hatiye û destnîşan kir ku ev sed sal in dewleta Tirk ji gelê Kurd re dibêje,”ez ê we nas nekim, ez ê we qetil bikim.”
Konca bi bîr xist ku KCK’ê ji bo dawîanîna şer daxuyanî da, heman rojê jî qetlîam bi awayekî balkêş pêk hat.
Konca ragihand ku failên ti qetlîaman dernexistine holê, têkîldarî xebatên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Dîlokê behsa pêşnûmepirsên ku ji hêla AKP’ê hatine redkirin, bertekên gel ên li Dîlokê kir û wiha pê de çû; “Hikûmetê ti carî têkîliyên xwe bi DAê, El Nûsrayê re qut nekir. Ji ber vê jî ev cînayet cinayeteke eşkere ye. Ev cînayet bi hevkariya AKP’ê pêk hatiye.”
Konca der bir ku bi salan e Kurd ji bo çareseriyê her cure fedakariyê dikin, wiha dom kir; “Lê îro biyara AKP’ê ew e ku wê ti carî li Kurdan neke, wê ti carî nehêle Tirkiye demokratîk bibe, bi DAÎŞ’ê re têkîliyên xwe bidomîne.”
Konca bal kişand ser provokasyona îro ku di merasîma cenazeyê de pêk hat, bang li polîsên wan sikakan kir û got; “Em dixwazin ewlehiya gel hebe.”
Piştî daxuyaniyê, heyeta HDP’ê û Dayikên Aştiyê li cihê qetlîamê qurnefîl danîn.