Bêrîvan Hesen: Şoreşa 19'ê Tîrmehê hêza jinê derxist holê

Bi boneya rasthatina 4’emîn salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê, Cîgira Serokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê Bêrîvan Hesen rola jinê ya di Şoreşê de nirxand û asta pêşketina jina Kurd ku îro gihayê vegot.

Bi boneya rasthatina 4’emîn salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê, Cîgira Serokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê Bêrîvan Hesen rola jinê ya di Şoreşê de nirxand û asta pêşketina jina Kurd ku îro gihayê wiha vegot: " Rola rêxistina Yekîtiya Starê di rêxistinkirina jinê de pir girîng bû ku jin giha asta ji malê derkeve û tevlî şoreşê bibe."

'BERIYA ŞOREŞÊ BI ÇAVEKÎ BIÇÛK LI JINÊ DIHAT NÊRÎN'

Hesen diyar kir ku şoreşa 19'ê Tîrmehê ji bo jina Kurd keysek bû ku karibe hêza xwe derbixê holê û erka xwe ya dîrokî di pêşketina civakê de pêk bîne. Hesen wiha dewamî da axaftina xwe: " Beriya Şoreşa 19'ê Tîrmehê, jina Kurd tenê di mala xwe de bû, bê ku roleke berbiçav ya wê di nava civakê de hebe, di hin cihan de heya derketina malê li jinê hatibû qedexekirin. Ev rewşa ku jin tê de bû ne tenê rewşa jina Kurd bû, lê ev rewş ya jinên Sûriyeyê bi giştî bû, bi çavekî biçûk tim li jinê dinêrîn."

Hesen di axaftina xwe de anî ziman ku civaka Sûriyeyê bi giştî di bin bandora ol de bû, ji ber wê her tişt ji bo jinê guneh bû, ev tişt yekser xwe davêt ser şexsiyeta jinê ku jinên civaka me bê şexs bikin. Hesen wiha ragihand: " Li tevahî Sûriyeyê û li Rojava ol bandoreke xwe ya mezin li ser zihniyeta civakê heye, zihniyeta olî her tiştî ji zilam re helal dike û li dijî wê ji bo jinê her tiştî guneh dike û nabe jin mafê xwe bixwaze, daxwaza mafê jinê bi xwe guneheke."

‘ŞOREŞÊ RÊYA TÊKOŞÎNA JINÊ VEKIR’

Hesen got ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê rêya têkoşîna jinê vekir û tê de hêza jinê derket holê û wiha pê de çû: “Di şoreşê de rola ku jina Kurd lîst ne kêmî rola zilam bû, hê jî bêtir di hindek cihan de jinê zilam derbas kir, ta ku jina Kurd li seranserî cîhanê bû sembola azadîxwazan.” Hesen wiha berdewam kir: " Di destpêka şoreşê de jina Kurd jî xwe da pêş, di roja 19 Tîrmeha 2012’an de Jinên Kobanê jî daketin qadan û li dijî Rêjîmê xwepêşandan li dar xistin, ev yek ne ji valatiyê hat, lê divê em rastiyê bibêjin, rola rêxistina Yekîtiya Starê di rêxistinkirina jinê de pir girîng bû ku jin giha asta ji malê derkeve û tevlî şoreşê bibe."

Hesen wiha ragihand: "Jinê gav bi gav di rojên şoreşê de xwe bi rêxistin kir û xwe berda nav her beşê civakê, li kêleka xebata xwe jinê mafê xwe jî bi dest xist."

‘JIN DI HER QADÊN CÎVAKÎ DE NE’

Hesen bal kişand ku di hemû beşê civakê de di warê xizmet, rêveberî û perwerdeyê de jinê cihê xwe girtiye û wiha got: "Îro ku gihiştin salvegera 4'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê, jinê cihê xwe li her derê civakê de girtiye, rola xwe dilîze û erka li ser milê wê pêk tîne û pisgirêkên civakê dikare çareser bike, li her derê malên jinan û navendên ku jin xwe tê de bi rêxistin dikin vebû, her wiha semîner li ser mafên jinê têne dayîn û perwerdeyê tê de dibînin."

Hesen behsa qada leşkerî ku jinê xwe berda nava wê û tê de qehremantî kir wiha şirove kir: "Di şoreşê de jinê di qada leşkerî jî xwe da pêş û ji bo parastina civakê jinê bedelên pir giran dan, di warê leşkerî de jî jin ne kêmî zilam bû, di berxwedaniya Kobanê ya 2014 li hember çeteyên DAIŞ'ê bi navê YPJ'ê derket holê û ji cihanê re bû sembola berxwedanê ya li hember terorê. Di warê leşkerî de jina Kurd fedekarî û qehremantî kir ku xwe bi cîhanê da nasîn."

Her wiha Hesen behsa rola jinê di qada perwerdeyê de jî kir û destnîşan kir ku di vê qadê de rokeke girîng a jinê heye. Hesen got: "Rola herî girîng jinê di warê perwerdeyê de lîst, ez dikarim bibêjim ku hilbûna çandî ya piştî şoreşê çêbû, rola jinê tê de pir mezin bû. Di milekî de jinê zarok bi zimanê zikmakî perwerde kirin, ev bû sedemek ku ev nifşê heyî vegere çanda xwe ya resen, ev yek pir girîng e ku em rastiya xwe nas bikin. Em ji ber di bin zora dewleta Sûriyeyê de bûn, ji rastiya xwe ya çandî dûr ketibûn."

‘TÊKOŞÎNA JINÊ WÊ BIDOME’

Di dawiya axaftina xwe de Hesen tekez kir ku tevî asta bilind a xebatê û fedekariyê ya ku jin dike, lê wê jin hê jî gav bi gav di rêya azadiyê de bimeşe. Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tevî ewqas kar û xebata ku jinê di şoreşê de kiriye, lê ez di wê baweriyê de me ku jina Kurd wê rêya têkoşîna xwe berdewam bike."

...