Bêrîtan li Tambovê hate bîranîn

Jinên Kurd ên li bajarê Tambov ê Rûsyayê dijîn, Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) bibîr anîn.

Jinên Kurd ên li bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê dijîn, gerîlaya PKK'ê Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) di salvegera 24. a şehadeta wê de bibîr anîn.

Civîna bîranînê li Navenda Çanda Kurd pêk hat. Ji rêveberên Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê Halyaz Şamoyan li vir axivî û qala jiyana Bêrîtan kir. Şamoyan diyar kir, Bêrîtan di nava salekê de li nava refên PKK'ê berxwedaneke bêhempa nîşan da û bû sembol.

Şamoyan da xuyakirin, jinên Kurd ên dane ser şopa Bêrîtan îro li çar parçeyên ê li dijî DAIŞ'ê û hêzên dewleta Tirk bi lehengiyeke mezin li ber xwe didin û got, "Bêrîtan xeteke berxwedanê afirand. Jinên Kurd bi xeta wê li ber xwe didin. Xeta Bêrîtan xeta azadiya jinê ye. Xeteke ku teslîm nabe û heta mirinê bi azadiyê re dilsoz e. Jinên Kurd ji bo azadiyê, azadiya gelê Kurd, gelên bindest û çandan, li çiya û bajaran şer dikin."

...